Xuşka gêrîla Rojen: Li ser bedena xuşka min şopa îşkenceyê hebû

Xuşka gêrîla Rojen: Li ser bedena xuşka min şopa îşkenceyê hebû

Serdanên konê şînê yê ji bo gêrîla Sitî Kizan (Rojen Murat) ya li gundê Boluk ya navçeya Gevera Colemêrgê hatiye vedan berdewam dike. Xuşka Gêrîla Rojen Gazi Çavli ku xuşka xwe li morgê teşhîs kir diyar kir ku, li ser bedenê xuşka xwe şopa îşkenceyê dîtiye û got; "Em wisa difikirin ku piştî girtine bi îşkenceyê înfaz kirine.

Serdanên kona şînê ya ji bo gêrîlaya HPG’ê Sitî Kizan (Rojen Murat) ya di pevçûna 10'ê Tîrmehê de jiyana xwe jidest da û li gundê wê Boluka navçeya Gevera Colemêrgê hat veşartin berdewam dike. Wêneyên gêrîla Rojen û hevalên wê gêrîla Lelîhan Koyun (Pelîn Koçer), Leyla Karsu (Sorxwîn Amed), Murat Demîr (Serhat Fırat) û Resul Şen (Harun Gabar) hatin daliqandin. Li şaneşînên mala Kizan û şaneşîna mala birayê Kizanê jî alên PKK'ê û posterên gêrîlayên HPG’ê hatin daliqandin.

Serokê BDP'a Geverê Rûstem Demîr, Rêvebirên BDP'ê Şaredarê Geverê Ercan Bora, Cîgirê Şaredarê bajarokê Bajêrgehê Tacettîn Sefali, endamên meclîsa şaredariyê, MEYA-DER û Komeleya Çand û Hûnerê jî di nav de bi sedan welatî konê şînê ziyaret kirin. Ji ber hewa zêde germ bû mirovan li binya daran rûniştin. Hat diyarkriin ku ji ber Sitî Kizan ji birayê xwe pir hes dikir nasnavê xwe kiriye Rojen Murat.

'LI SER BEDENÊ XUŞKA MIN ŞOPA ÎŞKENCEYÊ HEBÛ'

Xuşa gêrîla Rojen Gazi Çavli ku xuşka xwe di morgê de teşhîs kir diyar kir ku, ew gûmana wekî; bi zindî hatiye girtin û bi îşkenceyê hatiye înfazkirin dijîn. Çavli got; "Xuşka min Sitî gerîlaya 18 salan bû. Rûmeta gelekî bû. Yekane sûcê wê dijî zilmê serîhildana wê bû. Lê piştî 18 salan bi hevalên xwe re dikeve kemînekî. Li ser dest mil û lingên wê şopa guleyê hebû. Ew jî nîşan dide ku ew bi saxî girtine. Li ser bedena xuşka min şopa îşkenceyê hebû. Bersing û rûyê wê hatibû şewitandin, reş bibûn. Porê wê yek bi yek hatibû kişandin. Xwedê bela xwe bide Erdoganê ku îşkence li xuşka min kiriye. Hêvîdarim ku gule bibin nesîbê kurê Erdogan. Em dê mafê xuşka xwe bixwazin."

Xwarziyê gêrîla Rojenê Faîk Uras jî wiha axivî: "Qasî ku şehîd hebin dê têkoşîn jî mezintir bibe. Ev gel çawa xwedî li şehîdên xwe derdikeve divê AKP û dewlet baş bibîne. Vîna gelê Kurd, gêrîla û Rêbertiya vê gelî qasî hebe têkoşîn jî dê her hebe. AKP'ê di 12 salan de bi hemû derfetên xwe yên leşkerî, siyasî û aborî êrîşî vî gelî dike. Zarokên vî gelî bi îşkenceyê dikuje. Bila yên li gel AKP'ê disekinin dev ji vê xiyanetê berdin. Ez spasiyên xwe pêşkêşî şaredariya Geverê, Rêveberiya Geverê û Gelê Geverê dikim."