Xizmên Windayan pirsîn: Mujgan Ekîn li kû ye?
ÎHD û xizmên windayan lêgerîna edaletê li Amedê domandin. Serokê Şaxa ÎHD’ê Bîlîcî, aqûbeta Mujgan Ekîn pirsî û xwest pêvajoya asayîbûnê dest pê bike.
ÎHD û xizmên windayan lêgerîna edaletê li Amedê domandin. Serokê Şaxa ÎHD’ê Bîlîcî, aqûbeta Mujgan Ekîn pirsî û xwest pêvajoya asayîbûnê dest pê bike.
Şaxa Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan ji bo pirsîna aqûbetên xizmên xwe yên di cînayetên ‘kiryar nediyar’ de winda bûne, bi dirûşmeya “Winda bên dîtin, fail bên darizandin” cara 410’an li hev civiyan. Di çalakiyê de ku li Salona Konferansê ya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê hat lidarxistin, Serokê Şaxa ÎHD’ê Racî Bîlîcî axivî, diyar kir ku ji bo dîtina windayên li herêm û welêt, ji bo aştiyek bi rûmet bi salan e têdikoşin û destnîşan kir ku ji bo sûcên li dijî mirovahiyê ronî bibin wê têkoşîna xwe bidomînin.
MUJGAN EKÎN HAT PIRSÎN
Bîlîcî diyar kir ku heta winda hebin wê welatek nikaribe behsa mafên mirovan bike û wiha dewam kir; “Heta winda neyên dîtin wê aştî neyê welêt. Her tim em daxwaz dikin. Herî dawî jî em ê li gel malbata Mujgan Ekîn a ku serî li ÎHD’ê da, em ê têkoşînê dewam bikin. Heta Mujgan Ekîn bê dîtin em ê têkoşînê bidomînin û vê bipirsin. Pêwîst e desthilatdariya siyasî têkîldarî windakirina Mujgan Ekîn a li nava Enqereyê ji malbatê re îzah bike.”
Bîlîcî, ragihand ku Taşkin Yasak ê ku di çarçoveya lêpirsîna Redhackê de 13 rojan binçavkirî ma û piştî hat berdan 16 rojan agahî jê nehat girtin, vegeriyaye mala xwe û wiha dirêjî da axaftinê, “Kê Taşkin ji ber çi bir kû derê?” Bîlîcî îşaret pê kir ku divê Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkîldarî Taşkin Yasak agahiyê bi raya giştî re parve bike.
‘DIVÊ REWŞA AWARTE BÊ BIDAWÎKIRIN Û GIRTÎ BÊN BERDAN’
Bîlîcî wiha pê de çû; “Divê welat bikeve pêvajoya asayîbûnê. Wek gava yekem a asayîbûnê jî divê Rewşa Awarte bê bidawîkirin. Bi berdewamî, rêka siyaseta demokratîk bê vekirin. Pêwîst e parlamenter, hevşaredar û tevahî hilbijartiyên HDP’ê ku dengê 6 mîlyon kesî girtiye, bên berdan. Ji ber fikrên xwe divê ti mirov neyên ragirtin, zextên li ser wan bê bidawîkirin. Pêwîst e tevahî pirsgirêk bi rê û rêbazên demokratîk bêne çareserkirin.”
JIYANA AYDIN TEKAY HAT VEGOTIN
Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin jî jiyana Aydin Tekay vegot ku sala 1994’an dema diçû gundê Dîlber ê navçeya Licê ya Amedê ji hêla Fermandariya Jendermeyan a Karazê hatibû binçavkirin û dûvre ti agahî jê nehatibû girtin.