Xizmên windayan û ÎHD a Amedê vê hefteyê jî bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" cara 378. li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê hatin cem hev. Nûnerên mafên mirovan û malbat vê hefteyê çîroka Sabah Oruçê 17 salî yê di 13'ê Sibata 1996’an de li navçeya Bismilê ya Amedê hat windakirin vegotin. Her wiha xizmên windayan li Êlihê jî vê hefteyê li Kolana Gulîstanê li ber Peykerê Mafên Mirovan çalakiya xwe li dar xistin.
Di bîranînê de Serokê Şûbeya ÎHD'ya Amedê Racî Bîlîcî axivî. Berî çîroka Orûç vebêjin, Bîlîcî êrîşa çekdariyî ya duh li hemberî rojnameger û Gerînendeyê Gişti yê Rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar bi bîr xist û diyar kir ku ew vê êrîşê şermezar dikin û bo Dundar daxwaza sihetiyê kir.
Bîlîcî anî ziman ku bi mensûbên çapameniyê hîn jî girtîne û wiha got: “Em zanin çapamenî bê di bin çi zor û zehmetiyê de dixebate. Li Tirkiyeyê dixwazin bi gefan û êrîşan çapemeniyê bitepisînin. Heya niha aqûbeta xizmên windayan nehatiye diyar kirin. Me mirovên aşitîxwaz ên wek Tahîr Elçî bi bûyerên kiryar nediyar winda kir û kiryarê wî hê jî nediyar e. Ev jî delîla domandina kiryarên nediyar e."
Piştre jî nûnerê heremê Abdullselam İnce çîroka windakirina zarokê bi navê Sabah Oruç di 1996'an de li navçeya Bismilê ya Amedê hat windakirin û heta niha aqûbeta wî nediyar e. İnce wiha axivî: “Sabah Oruç di sala 1979'an de gundê Xanika Jor a Şemrexa Mêrdînê hatiye dinyayê. Li Amedê dijiya û masîfiroş bû. Di sala 1996'an de ji mala xwe derket û ji wê rojê şûn ve tu xeber ji Oruç nehat. Piştî wendabûnê malbata Oruç serî li dozgeriya komartiyê da. Lê tu agahiyek di derbarê Oruç de bo wan nehat gotin. Pîştî bûyerê şahîdên buyerê diyar kirin ku Oruç li Fermandariya Taburê ya Bismilê hatiye girtin. Malbat li ser îfadeya şahîdan dîsa serî li dozgerîyê dane. Lê ev car jî bo wan wiha hatiye gotin‘Kesek wisa li cem tuneye’ û piştî vê jî ji Oruç tu agahî nehatiye stendin.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.
ÊLIH
Malbatên windayan û parazvanên mafên mirovan li Êlihê di hefteya 378'an de li Kolana Gulistanê li be Peykerê Mafên Mirovan çalakî li darxistin.
Di çalakiyê de kesên di "Kuştinên ne diyar" de jiyan xwe ji dest dane wêneyên wan hatin hilgirtin, li ser navê çalakvanan Rêveberê ÎHD'a Êlihê Fahrettîn Asutay axaftinek kir û da zanîn ku li erdigngariya Kurdistanê her ku diçe şer û pevçûn zêde dibe, pirsgirêka kurd ji cihê çareseriyê, bê çareserî tê hiştin.
Asutay bal kişand ser kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û gotinên Serokwezîr Ahmet Davutoglu ên wekî 'Di dema me de kuştinên kiryarên wan ne diyar neman' û Rapora Pêzanîn a ku der barê Elçî de berî çend rojan hat amadekirin de ev tişt got: "Di raporê de tê gotin ku 'kuştin ne bi awayekî tibî û ne jî fîzîkî nayê zanîn.' Rapora Pêzanînê jî dide diyar kirin ku di kuştinên kiryarên wan ne diyar de gaveke din jî nêz bûne. Me berê jî gotibû, hemû kuştinên ku kiryarên wan nehatibîn zelalkirin, wê kujerên wan dewlet be."
Asutay di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser Komkujiya Dersîmê jî û aşkera kir ku di tevahiya dîrokê de jî wekî îro ew bi pêkanînên dij qanûnî re rû bi rû mane û wiha pêde çû: "Em hêvî dikin ku di serî de ji komkujiyên Dersîm, Zîlan, Koçgir û Cizîrê re hevrû bin û ji bo aştiyek mayînde, vegerin maseya muzakareyê."