Xizmên windayan: Hûrşît Kulter li ku ye?

ÎHD û xizmên windayan, di çalakiya 'Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin' a her hefteyê lidar dixin de, li aqûbeta Hûrşît Kulter pirsîn.

ÎHD û xizmên windayan, di çalakiya 'Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin' a her hefteyê lidar dixin de, li aqûbeta Hûrşît Kulter pirsîn.

Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Amedê û xizmên windayan li ber Peykerê Mafê Jiyanê yê li Parka Koşûyolûyê, di hefteya 384. a çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" de li aqûbeta Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hûrşît Kulter ê hat binçavkirin û ti agahî heta niha jê nîne, pirsîn. Tevî parlamenterên HDP'ê Çaglar Demîrel, Sîbel Yîgîtalp, Serokê Şaxê ÎHD'ê Racî Bîlîcî, Hevseroka Şaxê SES'ê Selma Atabey, Hevseroka Şaxê Egîtîm-Senê Hava Karahanci, endamên meclîsa Dayikên Aşitiyê û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiya ku wêneyên windayan hatin hilgirtin de Bîlîcî axivî û anî ziman ku winda li ku û çawa hatine binçavkirin, ev hemû di arşîvên dewletê de hene. Bîlîcî dest nîşan kir ku li ber çavê hemû cîhanê dixwazin Hûrşît Kulter winda bikin û got, "Ev 23 roj in ti agahî ji Kulter nayê girtin. Berê jî wisa dibû, dihat înkarkirin. Heta ku winda neyên dîtin, kiryar neyên darizandin wê ti carî aştî neyê vî welatî." Bîlîcî diyar kir ku ew ê ji bo aqûbeta Kulter her li ber xwe bidin. 

Parlementera HDP'ê Çaglar Demîrel jî diyar kir, li Tirkiyeyê sûcên mafên mirovan tên kirin û wiha got, "Dewlet dizane Hûrşît Kulterê li ku derê ye, ku dema hat binçavkirin peyam ji malbata xwe re şandiye û şahidên binçavkirian wî jî hene." Her wiha Demîrel dest nîşan kir ku Hikûmeta AKP'ê bi zagonên nû re dixwaze ser sûcan binixumîne.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.

...