Operasyona piştî li ser riya Pasur û Mûşê gerîlayên HPG'ê Serokê Rêxistina AKP'ê ya Pasurê girtin û bi xwe re birin hate destpêkirin berdewam dike. Xizmên 3 kesên çûn herêma Şenyayla a Mûşê û winda bûn çûn herêma operasyonê.
Operasyona li sêgoşeya Amed, Çewlîk Mûşê dest pê kir 4 roj in berdewam dike. Welatiyên bi navê Hamît, Kiymet û Hakki Acar ên ji bo ku zeviyên xwe yên li herêma Şenyayla ya Mûşê biçînîn çûn herêm 3 roj in tu agahî ji wan nehatiye girtin. Welatiyên duh dixwestin biçin herêm ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. Xizmên 3 kesan ji jiyana xizmên xwe bi guman in û ber bi herêma operayonê ve bi rê ketin.