Xelata Şerzan Kurt dan Tayîp Temel yê 62 roje di grevê de

Xelata Şerzan Kurt dan Tayîp Temel yê 62 roje di grevê de

Îsal 2’mîn Xelatên Kedê yên Wêjeya Kurdî û Çîrokan ya Şerzan Kurt ku ji aliyê Şaxa Egitim Sen ya Êlihê ve pêkhat, hatin aşkera kirin. Li gorî vê îsal “Xelata Demokrasî ya Şerzan Kurt” dan Nivîskarê Rojnameya Azadiya Welat û Edîtorê DÎHA’ê Tayyîp Temel ku li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê ji 12’ê Îlonê vir ve di çalakiya birçîbûnê de ye.

Serokê Şaxa Egitim Senê ya Êlihê Bulent Hatûn di derbarê Xelatên Kedê yên Çîrok û Wêja Kurdî ya Şerzan Kurt ku par cara yekemîn û îsal jî cara duwemîn ji aliyê şaxa wan ve pêkhat, daxuyaniyekî nivîskî da. Hatûn ku balkişande ser binpêkirinên mafan yên li welat, dirêj kişana girtî mayînê, çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehan, tundiyên li ser rojnamevan, rewşenbîr û nivîskaran berdewam dikin û azadiya fikir. Hatûn da diyarkirin ku, bi armanca balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji ber sedema binpêkirina mafan hatiye destpêkirin, ew van xelatan didin.

Hatûn ragihand ku, îsal ew weke Şaxa Egîtîm Sen ya Êlihê Xelata Demokrasî ya Şerzan Kurt hêjayî Nivîskarê Rojnameya Azadiya Welat û Edîtorê DÎHA’yê Tayyîp Temel ku di girtîgeha Tîpa D ya Amedê de ji 12’ê Îlonê ve di çalakiya birçîbûnê de ye.

Navê berhem û kesên xwediyê berheman dê xelatên Çîrokên Şerzan Kurt werbigirin wiha hatin aşkera kirin:

Di beşê Çîroka Kurdî de, bi çîroka “Erdhej” Menaf Osman û bi çîroka “Leylika min” jî Mahmûd Baran. Di beşa çîroka Tirkî de jî, bi çîroka “Araf” Hande Baba, bi çîroka “…Beklerken” Fatîh Debbag girt. Dê merasima xelatan 16’ê Mijdarê roja Înê di demjimêr 19.00’an li Salona Konferansê ya Şaredariya Êlihê pêk bê.