Xaniyê malbata gêrîlaya HPG'ê Fatma Yavuz ya li Pasûra Amedê ku di 7'ê gulanê de li navçeya Tetwanê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hate wêrankirin. Balkêşe piştî Serokê AKP'ê yê Pasûrê çend roj berê ji aliyê gêrîlayên HPG'ê ve hate revandin mala malbata Yavuz hate wêrankirin.
Çend roj berê Serokê AKP'ê yê Navçeya Pasûra Amedê Veysel Çelîk ji aliyê gêrîlayên HPG'ê ve hate revandin. Piştî Çelîk hate revandin, li herêmê çar rojin operasyonek berfireh hate lidarxistin û didome. Piştî vê bûyerê xaniyê malbata gêrîlayê HPG'ê Fatma Yavuz (Sema Pasur) ya di 7'ê gulanê de li navçeya Tetwana Bedlîsê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da ya ji Pasûrê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hate wêrankirin. Xaniyê malbata Yavuz ku hefteyek berê derketine zozanê Şenê yê li taxa Ozala Pasûrê ji aliyê kesên nasnameyên wan nediyar ve hate rûxandin û wêrankirin. Kesên nasnameya wan nediyar cam û deriyên malê şkandin û ketin hundir. Kesên ketin hundir hemû alav û amûrên li malê wêran kirin. Piştî bûyerê polîs hatin malê û dest bi lêkolînê kirin.
Welatiyê derbarê mijarê de agahî da û navê xwe aşkere nekir, anî ziman ku balkêşe piştî serokê AKP'ê yê Pasûrê hate revandin, Pasûr di bin dorpêça polîs û leşkeran de ye û rewşek awarte heye. Welatî, da zanîn ku her gav û demjimêr balafirên şer û helîkopter di ser Pasûrê re difirin. Welatî, bang li rayedaran kir û anî ziman ku, ewlehiya wan tune ye.