Wezareta Karên Derve ya Fransayê: Fikarên mezin dide avakirin

Wezareta Karên Derve ya Fransayê jî li dijî operasyonên li ser HDP’ê nerazîbûn nîşan da, destnîşan kir ku girtin rê li ber ‘fikarên mezin’ vedike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Fransayê Romaîn Nadal bang li hikûmeta Tirk kir, xwest ku bi lezgînî rêzê bide ‘dewleta hiqûqê û azadiyên bingehîn.’

Berdevk, bi bîr xist ku têkîliyên Tirkiye û Fransayê ‘girêdayî nirxên hevpar in’ û lewre jî Hevpeymana Mafên Mirovan a Ewropayê jî li gel vê ye.

Di daxuyaniya wezaretê de ku li dijî binçavkirina 11 parlamenteran nerazîbûn nîşan da, hişyarî kir ku ‘ev rê li ber fikarên mezin vedike.’