Wêneyê balafira keşfê 'Bayraktar' a ji aliyê gerîla ve hat xistin

Wêneyê balafireke keşfê ya bi tîpa Bayraktar a di 17'ê Tîrmehê de ji aliyê gerîla ve hat xistin, hat weşandin. Tê payîn, Gerîla TV di nava rojê de dîmenê vê balafirê jî biweşîne.

Gerîlayên HPG û YJA Starê, roja 17'ê Tîrmehê bi çekên giran li balafirên keşfê yên li ser qada Şehîd Rustem a li herêma Zapê digeriya, xistin. Di vê çalakiyê de balafireke bêmirov a keşfê ya bi tîpa Bayraktar hat xistin û derb li balafireke keşfê ya bi tîpa Predator hat xistin.

Tê payîn, Gerîla TV di demeke nêz de dîmenê vê balafira keşfê ya hatiye xistin biweşîne.

...