BI DÎMEN

Welatiyên Minbicê: Weke dînan li çeteyan bûye, nizanin wê çi bikin

"Weke dînan li çeteyan bûye. Ne dizanin çi bikin û nedikarin bi derekê ve biçin...Sivîlan li cihên lê ne, dîl digirin û xwe di nav wan de vedişêrin. Her wiha sivîlan wek mertalan ji xwe re bikartînin."

Welatiyên Minbicê yên xwe gihandin gundê Mihterq Al-Kebîr ragihandin, çeteyên DAIŞ'ê nahêlin ti kes ji navenda bajarê Minbicê derbikeve û diyar kirin, çete wan mîna mertalên zindî li hemberî şervanan û bikar tînin.

Welatiya Ereb a bi navê Wedha Al-Mihêmîd destnîşan kir, ku çete li navenda bajên di nav sivîlan de xwe vedişêrin û bi darê zorê sivîlan li gel xwe dihêlin. Al Mihêmîd diyar kir, çete li cihên din çekan radestî ciwanan dikin û berê wan didin deverên şer. Wedha Al Mihêmîd : " Li navenda Bajarê Minbicê çeteyên DAIŞ'ê tevlîheviyekê dijîn. Weke dînan li wan bûye. Ne dizanin çi bikin û nedikarin bi derekê ve biçin. Ji ber ku çete li bajêr di bin dorpêçê de ne, çete ji bo ku nehêlin şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk pêşde werin, sivîlan li cihên xwe dîl digirin û xwe di nav wan de vedişêrin. Her wiha sivîlan wek mertalan ji xwe re bikartînin."

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriyeya Demokratrîk HSD'ê dema sivîl xwe digihînin wan, berê wan didin cihên ewle yên û ku çekên DAIŞ'ê nagihêjê.

Ji aliyê xwe ve Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gundewarên wê di daxuyaniya xwe ya roja 9'ê Hezîranê de bang li welatiyan kirin ku li wargeh û navendên çete bikartînin dûr bikevin, ji bo ewlehiya wan.