BI DÎMEN

Wekîlê Iraqî: Ji bo Iraqê sîstema herî baş konfederalîzm e

Parlamenterê YNK'ê yê Iraqê Heme Sor Du Şîwanî diyar kir pirsgirêkên li Iraqê pergalî ne û destnîşan kir, ku ji bo Iraqê sîstema herî baş sîstema konfederal e.

Parlamenterê YNK'ê yê Iraqê Heme Sor Du Şîwanî diyar kir pirsgirêkên li Iraqê pergalî ne û destnîşan kir, ku ji bo Iraqê sîstema herî baş sîstema konfederal e.

Şîwanî krîza li Iraqê ji ANF'ê re nirxand  û anî ziman, sîstema heyî ya li Iraqê sîstemeke karibe pirsgirêkan çareser bike û xizmetê ji gelan re bike nîne.

Şîwanî got, "Ji xwe ne hikûmetê ne jî parlamentê bi rengê jê dihat xwestin, xizmet nedan. Hikûmet kir nekir nebû hikûmet. Ne karîbû pirsgirêka ewlekariyê ya gel çareser bike, ne aramiyê pêk bîne, ne jî krîza aboriyê ya heyî çareser bike. Ev hemû dibin sedem ku em sîstema heyî ya li Iraqê ji nû ve binirxînin."

Şîwanî bal kişand ser hesab û berjewendiyên welatên cîran li ser krîza li Iraqê û got, "Ev yek jî bandoreke neyînî li çareseriya krîzê dike. Wekî din li nava welêt pirsgirêkên Kurdan, Ereban, nakokiyên Sûnî û Şîa, nakokiyên navxweyî yên Şîa û Sûniyan, krîza li Iraqê kûrtir dikin. Lewma divê Iraq ji aliyê siyasî û rêveberiyê ve sîstema xwe ji nû ve binirxîne û destûra bingehîn ji nû ve amade bike."

Parlamenterê YNK'ê bibîr xist, ku Iraq welatekî ji gelek çand, etnîk û baweriyan e û got, "Ji ber van nakokiyên me qalê kirin, cihêrengî êdî nikarin bi hev re bijîn. Girîng e ev hemû cihêrengî di nava rêveberiya welêt de bibin xwedî temsîliyetê, bibin xwedî mafê gotinê. Li welêt, divê desthilatdariyeke neteweyî hebe ku her kesî temsîld ike. Ji bo vê jî divê sîstema siyasî were guhertin."

'PIRSGIRÊKÊN LI IRAQÊ BI SÎSTEMA KONFEDERAL DIKARIN ÇARESER BIBIN'

Ji bo pirsa "Li gorî we divê li Iraqê sîstemeke çawa hebe?" Şîwanî ev bersiv da:

"Niha li Iraqê sîstemeke federal heye. Lê belê ji ber vê rewşa min bal kişand ser wê, ev sîstema federal êdî nikare bibe bersiv ji Iraqê re. Li gorî min divê sîstemeke konfederal bê avakirin. Eger Iraq derbasî sîstemeek konfederal bibe, her kes wê di rêveberiya vî welatî de bi rengê xwe hebin û pirsgirêkên heyî jî wê çareser bibin.

Mînak; li Iraqê Ereb, Kurd û Xiristiyan hene? Ev li cihê lê ne dikarin xwe bi xwe bi rê ve bibin. Mafê gotinê divê yê wan be. Ev ye ji bo cihêrengiyên din jî derbas dibe. Divê Iraqê bibe xwedî rêxistinbûyîneke konfederal ku ev cihêrengî di asta herî bilind de were temsîlkirin.

Piştî bûyerên li Bexdayê qewimîn, êdî ne bawer im welat bi sîstema heyî karibe were birêvebirin. Piştî êrîşa li hemberî Parlamentê êdî nikare qala Iraqekê were kirin."

'TIRKIYE, SIÛDÎ Û ÎRAN BÛYERAN TEVDIDIN, SOR DIKIN

Der barê welatên li ser krîza li Iraqê hesab û berjewendiyên xwe hene de Şîwanî wiha axivî: "Hin dewletên herêmê hene ku têkildarî Iraqê hesaban dikin. Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Îranê serkêşiya van dewletan dikin. Berjewendiyên van dewletan carna dibin yek, carna jî dibin dijberê hev. Hemû bi siberoja gelê Iraqê dilîzin. Hesabên xwe li ser vê dikin. Ji ber van berjewendiyan, di navbera gelên Iraqê de cihêbûn û şer diqewime. Lewma bandora dewleta Tirk, Erebîstana Siûdî û Îranê li ser bûyerên li Iraqê heye." Şîwanî hişyarî da û destnîşan kir, ku eger ev rewş bi vî rengî dewam bike, wê gelên li Iraqê nema karibin bi hev re bijîn.

'KRÎZ DEWAM BIKE, OPERASYONA MÛSILÊ NIKARE BI SER KEVE'

Parlamenter Şîwanî da xuyakirin, ku eger krîza siyasî û aborî ya li Iraqê dewam bike, wê Iraq nema karibe xwe biparêze û got, "Krîz herî zêde zerarê dide parastinê. Eger bi vî rengî dewam bike, Iraq wê tiştên din, cihên din jî winda bike. Mînak; zêdeyî saleke artêşa Iraqê û Heşdî Şebî gundê Beşîr ê li Kerkûkê nikaribûn ji DAIŞ'ê rizgar bikin. Herî dawî pêşmergeyan ev gund rizgar kirin. Ev yek nîşan dide ku Iraq nikare xwe biparêze. Ji ber ku bi vî mejî tevdigerin, operasyona Mûsilê jî nikare were kirin. Heta ku ev pirsgirêk bi vî rengî dewam bikin, nepêkan e Mûsil were rizgarkirin. Ji ber ku di nava vê rewşa dijber de kesek parastina Iraqê, azadiay Mûsilê ji xwe re weke wezîfeya bingehîn nabîne. Her kes bala xwe dide ser pereyê bi dest bixe û li berjewendiyên xwe difikirin."

Şîwanî destnîşan kir, ku eger Kurd dixwazin di nava vê pêvajoyê de xwe biparêzin, divê pirsgirêkên li nava xwe çareser bikin.