Wekîlê Colemergê yê HDP’ê Abdullah Zeydan ji girtîgeah Edîrneyê name şand.
Zeydan di nameyê de wiha got: ‘’Gelê me yê hêja, beriya her tiştî ji dil slav û hezkirinê xwe li we dikim. Di serî de divê bibêjim; bawer dikim ku destek û diayên we bi me re ne. Di vî warî de, divê hûn bizanibin moralê me di cih de ye. Em ê heta ku ji me re li emanetê we xwedî derrkevin, bi lerza dilê xwe. Li pêş vê fedakariya we em çi qasî bixebitin jî em dizanin ku em ê tim kêm bimînin. Kêmasiyên me, şaşiyên me çêbûn, lê dîsa jî hûn tim li pişt me bûn û we dia ji me re dikirin. Bi azweriya şayanî helwesta we ya rûmetdar a têkoşînê em neketin rewşeke wiha ku hûn pê şerm bikin, serê we berjêr bike. Ji bo min şerefek e ku bi we re mil bi mil ez jiyam.’’
‘KENGÎ JÎ BE GELÊ ME WÊ BI SER BIKEVE’
Zeydan bi berdewamî wiha got:
‘’Gelê me yê hêja û qedr û qîmet;
Ji bo ku em kêşeyên ku bi sedan sal in êşandine, ji bo ku gelên Tirkiyê bi awayekî dadmend, azad, aştî di komareke demokratîk de bi hev re bijîn, em bi hev re di bin banê HDP’ê de xebitîn. Di vê serdemê de ku mirovahî ji her hêlê ve bi erdê ve tê kaşkirin, bi banga ‘’Mirovahiya Mezin’’ me hewl da ku hemû gelên çewisandî ji erdê rakin. AKP ya ku encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê di xwe de qebûl nekir, ji tine ve dît, ji bo ku dîsa bibe desthilatdar, HDP’ê li bin bendan bihêle, dîsa şer da destpêkirin û biryara hilbijartina zûwext da. Li gel hemû çewisandinan 1’ê Mijdarê di têkoşîna siyaseta demokratîk de we karî 59 wekîlî ji xwe derxînin. Ên ku di hilbijartinê de, di sendoqan de nikarîbûn ku heq ji we derkevin, di şexsê me de darbe li vîna we kirin, di serî de hevserokên HDP’ê, hevseroka DBP’ê, wekî, hevşaredar, hevserokên bajêr, navçe, endamên meclîsên bajêr û giştî girtin û xwestin ku we ciza bikin û hewl didin. Di rewşeke wiha de ku hê me weke welêt şerma hiquqî, neheqiyê ya bi girtina wekîlên DEP’ê ya sala 1990’î ji ser xwe neavêtî, AKP ya ku di her derfetê de li dijî wesayeta leşerî û burokratîk behsa vîna gel dike û dibêje ew li pişt gel in, sê wekîlên Colemergê yên ku bi vîna we hatine hilbijartin, girtin û xebatên wan ên yasadanînê asteng kirin. Hemû tiştên ku hatine kirin li dijî destûrê û rêgezên hiqûqê ya gerdûnî ne. Gelê me hay ji vê nehiqûqî heye. Ên ku ev zilm şayanî gel dîtin, ên ku dest li ser şaredariyê danîn, ên ku hilbiartiyan rehîn digire, di dîrokê de tim wê şerma vê bijîn. Em pê dizanin ku di ser hêza gel re ti hêz nîn in. Dîrokê jî nîşan daye ku yên zordar tim têk çûne. Niha jî wê wiha be. Kengî jî be gelê me wê bi ser bikeve û bigihije heqê xwe.’’
‘EM BIXEBITINİ PIŞTA HEV BIGIRIN’
Gelê me yê bi qedir;
Bi salan e tekane daxwaza me û têkoşîna me ji bo aştiyê ye. Hêviya me ew e ku hikûmeta AKP’ê di zûtirîn demê de dev ji polîtîkayên xwe yên şer biqere, xwîna birayan ya ku diherike û êşa mezin bi me hemûyan daye jiyîn raweste. Dîrok nêz nîşan daye ku ev kêşeya giran bi şer çareser nabe, aliyên ku şer dikin, ji bo siberoja zarokên me divê destê xwe ji ser tetîkê bikişînin. Çareserî danûstandin, vekirina rêyên siyasî ye û destpêkirina muzakereyan e. Em bi vê bi hişkere bibêjin, em li kûderê jî bin em ê aştiyê biparêzin. Têkoşîna xwe ya demokratîk a şayanî gelê xwe em ê bi şanaziyê bidomînin. Bila moralê gelê me baş e ,hemû hevalên me bila mal bi mal, kuçe bi kuçe bigerin û hê bêhtir di nav gel de bin û piştevaniyê bikin. Ez serketinên mezin ji hevalan re dixwazim. Xebata ji dil a hevalan li vir wê moralê me jî baştir bike. Ji bo hemû hevalên di zindanan de, di ser malbata xwe re slavan dişînim. Ji destê dayikên aştiyê maç dikim. Ez bi hîsên xwe yên jidil, bêrî, hezkirin we slav dikim. ‘’