Eylem, gav bi gav li çiyayên Kurdistanê digere û van gotina li pey xwe dinivîsîne; "Di vê jiyanê de min qet xwe têr nedît. Di nava gerîla de mirov nizanin bê têrbûn çiye. Ji ber ku gerîlatî rêwîtiyek bêsînor e."
ANF
BEHDÎNAN
yekşem, 7 gelawêjê 2016, 08:34
Gerîlaya PKK’ê Eylem Cîlo li çiyayên Dersîmê di sala 2007’an de tevlî pakrewanên azadiyê dibe. Eylem, gav bi gav li çiyayên Kurdistanê digere û van gotina li pey xwe dinivîsîne; "Di vê jiyanê de min qet xwe têr nedît. Di nava gerîla de mirov nizanin bê têrbûn çiye. Ji ber ku gerîlatî rêwîtiyek bêsînor e."
Eylem Cîlo an go bi navê rastî Hatîce Kapar di sala 1981’an de li navçeya Colemêrg Geverê tê dinyayê. Hê di temenekî biçûk de biryarê dide tevlî nava refên gerîla bibe. Cîlo di sala 1996’ an ji navçeya Geverê beşdarî nava refên gerîla dibe. Cîlo, di nava malbatek welatperwer de çavên xwe li jiyanê vedike. Hestên heskirina welat û girêdana bi axê re dibin taybetmendiyên sereke yên kesayetiya Cîlo. Beriya Eylem beşdarî nava refên gerîla bibe, gelek mirovên ku ew gelek ji wan hez dike beşdarî gerîla bûne. Ew jî weke hevrêyên xwe rêya şerê parastina gel hildibjêre. Piştî tevlî nava gerîla dibe, li gelek qadên gerîla dimîne. Li qadên Xakurkê, Metîna, Kandîl, Garê û her wiha herî dawî li çiyayên Dersîmê meşa xwegihandina erkên hevaltiyê dom dike. Cîlo, di nava gelek çalakî û şer de cih digire.
JI BILÎ HEQÎQETA RÊBERTÎ, MIN HEQÎQETEKE DIN NEPEJIRAND'
Eylem, dema ku di sala 1996’an de beşdarî nava refên gerîla dibe, tenê heqîqetek wê ber bi xwe ve dikişîne. Ew jî heqîqeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Eylem, weke her keçek Kurd her çiqas ji kûrahî ve felsefe û fikrên Ocalan ên der barê jinê de agahdar nebe jî, ew xilasiya xwe a ji kevneşopiyên civaka feodal di nava gerîla de dibîne. Di dema herî zêde beşdarbûna jinan a di nav refên gerîla de heyî beşdar dibe. Ew jî dibe yek ji şervana Zîlan bi navê din Zeyneb Kinaci. Piştî çalakiya Zîlan, Eylem berê xwe dide çiyayên azad. Zîlan bi çalakiya xwe diherike nava dilê bi hezaran keçên weke Eylem. Eylem, li ser tevlîbûna xwe van rêzenivîsan li hev dihûne; "Piştî ez tevlî gerîla bûm heya demek dirêj hêza min têr nedikir ez heqîqeta Serok APO fêhm bikim. A rastî heqîqeta Serok ji hevkombûna me tevan pêk dihat lê em pê nehesiya bûn. Rêberên gelan ji heqîqeta wan gelan xwe dafirîne, lê me rêbertî bi qasî dûrbûna ezmanan ji me didît. Min her ku rastiya xwe di nav heqîqeta Rêbertî de stra ez ji xwe hayîl bûm ku ji bilî heqîqeta Rêbertî ti heqîqet min naghîne wateya jiyan û azadiyê." Gerîla Eylem, her roja li gerîla derbas dike wateyan lê bar dike, bi van rastiyan re xwe dihûne û dibe şervana heqîqeta gelan.
'SEDEMA ÇÛNA BAKUR BÎRDOZÎ Û FELSEFÎK BÛ'
Tevgera PKK'ê di sala 2004'an de pêngava 1'ê Hezîranê avêt. Eylem, ji bo di refên herî pêş ê pêngavê de cih bigire pêşniyar dike. Yek ji hevrêyên Eylem wiha qala wê dike; "Di goleke evînê ya ji dilopan pêk tê de hevrê Eylem, xurûra tevlîbûna nav karkerên evînê yên di vê golê de ked û xwêdana wan heye dijiya. Û her dem dixwest, bikeve ser şiverêyeke pirr dirêj û qet neqede. Şerê wê dida. Şerê mirovekê û mirovekî ku bi cîhana xwe ya nevxweyî re mijûl dibe û ev cih kiribe mekanê evînê zehmet e. Dibe ku jiyaneke wiha ya tevlî jiyana gerîla dibe ji her cure şer zehmetir e. Hevrê Eylem jî yek ji wan karkeran bû. Ev karê ku li çiyê tê hûnandin, li ser kendal û lûtkeyên çiyayên herî bi heybet tê amadekirin. Kesên ku xwe fedayî wê jiyanê dikin çi şad û bextewar in. Hevrê Eylem jî bêguman ji bo me dihat vê wateyê. Li Akademiya Mahsûm Korkmaz min Hevrê Eylem nas kir. Hevrê Eylem her tim israr dikir ku biçe Bakurê Kurdistanê. Ev israra wê êdî zêde bibû û gihiştibû asta ferzkirinê. Bêguman wê demê ev ferzkirina wê pirr bi wate bû. Ji ber ku jin bû, israra wê xwe dispart sedemên pirr kûr ên bîrdozî û felsefîk. Ji dengê Rêber Apo yê 'Zilam hemû jî ji çiyê dakevin, divê jin bimînin' re bersivek bû. Rêbertî got, 'Yên girêdayî min bila biçin Bakur.' Wê demê rawestandina Hevrê Eylem karê herî zehmet ê cîhanê bû. Wê, ew çûba û ti kesê/î nikarîbû li pêşiyê bibe asteng."
'RÊWÎTIYA HEVRÎTIYÊ DI DIL DE NÎVÇE MA'
Di sala 2005’an de Eylem tevî komek hevrêyên xwe berê xwe dide Dersîmê. Lê beriya ku ew derbasî qada Dersîmê bibin, koma wan dikeve nava şer. Hevrêya Cîlo wiha behsa wî şerî dike; " Rûyê tarî yê dewleta Tirk careke din dabû der li deşta Bêşîrê. Hevrê Cîlo, Cennet Dîrlîk (Nûcan Nûrhak) û 5 hevrêyên xurt ji bo Dersîmê hatibûn wezîfedarkirin. Di dema çûnê de bêşansiya ku rû da, wê demek dirêj bandor li hevrê Eylem bikira. Şehadetên ku li deşta Bêşîrê çêbûn ji bo partiya me windahiyên mezin bûn. Di şerê giran ê sê rojan de, hevrê Eylem ku jê rizgar bû, bi bûyerên ku ji romanekê re bibin mijar tijî ne. Şerekî wiha bû ku hem di aliyê fizîkî û hem jî di manewî de hevrê Eylem di wê demeke dirêj de di bin bandora wê de bimîne û zû bi zû ji bîr neke. Şehadeta hevrêyên wê wê bandoreke mezin lê bikira. Hevrêyên wê yên ligel wê bombeyên xwe di bedena xwe de diteqandin, dibe ku bûbûn sedem ku sax bimîne. Lewma demeke dirêj di bin wê bandorê de ma û kîneke kûr dijiya."
'HEVRÊYÊN XWE JI BÎR NEKIR Û EW JÎ BÛ STÊRK'
Eylem, nêzî du salan li qada Dersîmê dimîne. Lê tişta ku li deşta Bêşîrê hate serê Eylem û hevrêyên wê demek dirêj ji bîr nake û hevrêya wê wiha behsa wan kêliyên Eylem, dike; "Heval Eylem her çiqas li pişt hevrêyên xwe digihêje Dersîmê, lê ji bo Eylem, hêviyên hevrêyên wê yên negihiştin Dersîmê bi cîh anîn jî her tim zor dihat. Ew di her kêliya jiyanê de li ser tolhildana hevriyên xwe dihizirî. Di armanc û hedefên heval Eylem de tevahî hevalên wê jî di nav de ku parçe yekparebûnê temam dikin hebûn. Şehadeta hevrêyên wê bûbû sedem ku armanc û hedefên wê jî taloq bibin. Heval Eylem piştî derbasî Dersîmê dibe, fêhm dike ku yekane dilsoziya bi bîranîna hevrêyan re pratîkeke bi hêz e. Û li ser wê esasî xwe bide pratîkê. Di pratîka xwe de bi hêz bû. Tecrûbêyên wê yên pratîkeke bi hêz hebûn. Tevahî hevalên wê dixwestin pê re biçin wezîfeyê. Ev weke rûmetdariyekê didîtin. Di çalakiyan de pirr ciddî bû. Mîna navê xwe. Eylem an go çalakî."
Hevrêya Eylem, kêliyên şerê Eylem digihîne şehadetê wiha anî ziman; "Di mijara ku ji her kesê/î zêdetir hişyar û heta her kitekit û detayan bi dîqet be xwe berpirsiyar didît. Digot, 'Fîşeka yekemîn bila li min bikeve, bila qurbanê yekemîn ez bim. Tehemmûla min nîn e ku ez şehadeteke din bibînim'. Ev nêzîkatî îfadeya ruhê heval Eylem e. Şehadeta hevrê Eylem bi vê nêzîkatiyê ve girêdayî bû. Hevrê Eylem ku bi dijmin re rû bi rû tê fîşeka yekemîn berdide. Sê kuştiyên dijmin çêdibin. Di şerê ku destpê dike de hevrê Eylem birîndar dibe. Piştî tê nuqteyê şehîd dikeve. Hevrê Eylem, bi rengekî dagirtî jiya. Wê ti carî hevrêyên xwe ji bîr nekir. Heya kêliya bû stêrkek vî welatî ji bo hevrêyên xwe jiya. Eylem weke navê xwe çalakvana şer û jiyanê bû. Dema em hêviyên Wê yên ji me re hiştine pêk tînin, em kêfxweş dibin û her dem di bîra me de ye."