We qet ji diya xwe fedî kiriye!

Piştî ku min romana nivîskar Haydar Işik a bi navê, ‘’Qelenê Xecê yê Dersîmê’’ xwendî ev pirs qet ji hişê min derneket: ‘’We qet ji diya xwe fedî kiriye’’

Belê, we, ji diya xwe ku hûn anîne dinyayê, şîr daye we, hûn mezin kirine, serê we firikandiye, ku devereke we biêşe jî neêşe jî hîs dike, şer kiriye? We qet di navbera diya xwe û doktor de ku carinan bi siyasetîkê dikeve, tansiyona wê zêde dibe, serê wê diêşe, wergêrî kiriye? Hûn ketine rewşeke wiha ku hûn diya xew bi pepûkî bibînin û diya we jî we bi vî halî bibîne û hûn kelogirî bibin? Qet bi serê we hatiye ku diya we beriya hilhatina rojê rabûye, destê xwe ber bi jor ve hildaye û gotiye, ‘’Ya Xizir, ya Homeda heq, sifre car û cîrana de, ju kosede kem a di’’ (‘’Ya Xizir, ey xwedanê vê dinyayê, pêşî bide cîranan û piştre bide me’’ û we jî bi dizîka lê neriye û hûn neçar mane ku vê bîra xwe de veşêrin lê neçar in ku ji bîr bikin!

Hûn bi qedrê xwe kin, qet bi serê we hatiye ku dema ku we di dibistanên dewletê te ‘xwendiye’ û ji we weye ku hûn bûne ‘’mirovên mezin’ we ji diya xwe re gotiye,’’ qurbana dayê, ji kesî re nebêje ku em kî ne’’ û hûn neçar mane ku dê, welat, ziman û stranên xwe veşêrin.

Yan jî bi serê we hatiye ku zimanê ku hûn li malê pê diaixin ji we re bûye biyan, li devera ku jê re zivistan tê gotin, ji tirsa kuliyan zimanê we xwariye,  li malê we bi zimanê xwe û baweriya xwe dia kiriye û hewl daye ku xeyalên xwe bi zimanekî dî binivisin, bi baweriya ku ne ya weye hûn tengijîne ji bo ku ‘puanekî baş’ bistînin xwe avêtiye ber dexlê mamoste?

Hîç bi serê we hatiye dema ku navê gund, bajar û welatê ku hûn lê bûne ji we re bûye biyan û ew hîsa ku hûn bûne hine dî bi we re çêbûye? Hûn bûne xwedî rabirduyeke wiha, ji ber sedema ku stran, dia û xakên ku hûn lê bûyin, li we hatiye qedexekirin, qet we nedîye, we nejiyaye?

Malên we û navên we bi gotine, ‘’taloke ne’’ hatiye deqkirin. Di kontrola pêşî de hûn hatine binçavkirin, weke dagirkirina xaka û welatê we yên ku hûn lê bûyin, giyanê we jî hatiye dagirkirin? Emrê we hatiye mezinkirin, biçûkkirin û li Meydana Gênim hûn hatine darvekirin? Weke 1978’an, li Kanûnê, weke Maraşê zar û zêçên wê di malê de hatine asêkirin û mala we hatiye şewiyandin? Qet bi serê we hatiye, ku li otêla bajarekî ya ku hûn bi sedema stranan bibêjin, helbestan bixwînin, semahê bigerînin, hûn hatine şewitandin, weke 1993’yan, 2’yê Tîrmehê li Madikmakê bûyî.. Îbadetgehên we, qehwexaneyên we, malên we, kuçeyên we hatine gulekirin, weke 12’ê Adara 1995’an li Gaziyê bûyî!

Û hûn neçar mane, bi salan van ji xwe, ji zarokên xwe ji ber ‘tirsa dewletê’’ veşêrin? Hûn dikarin êşa wan dayik û bavan jêbibin ku êşa we di zêmarên xwe de veşartine û bi tilîka destnîşankirinê ya li ser lêvan gotin, ‘’keça min, kur êmin, hiş bin!’’

Di nîvê Kanûnê de bi ev qas pirs derbasbûna ji bo nivîseke li ser pirtûkekê bi rastî jî zor e..Pirtûkeke heye ku van pirsan û bersivên wan tîne bîra me. Pirtûka Haydar Işik ku ev hemû pirs di serdemeke jiyana xwe de jiyaye, govanî kiriye, êşa wê di dilê xwe de jiyaye, di mişextiyan de bi xwe re gerandiye. Pirtûka pÊşî ‘’AREVÎK: Di Qirbûna Dersîmê de, Keçeke Ermen’’ ku ji weşanên SatirArasi û ya duyê jî, ‘Qelenê Xecê ya Dersîmê’’ ku ji weşanên Lîsê derketiye.

Arevîk romana keçeke Ermen a bi navê Arevîk e ku jê weye ji qirbûnê xilas bûye lê neçar maye ku qirkirineke dî bijî. Bi çavê Arevîkê ya ku qirkirina Dersîmê ditiye, vegotineke xwerû heye ya ku qirkirinê  şopa xwe li ser giyan, civak û cografyaya însên hiştiye. Koçberkirin,  qeloçoyîkirin, tedîbkirin ne tenê bi hêla wê ya civakî, polîtîk lê di ser jiyana însên re, bi awayekî rasteqînî vegotiye Haydar Işik. Işık di Arevîkê de nîşan dide ku civak û cografya çawa nirxê hevpar ê gelan e;  dema ku amaje bi qirkirina Ermenan a 1915’an dike, nîşan dide ku heman hişmendiyê li Dersîmê jî, 1937-1938’an xwe nîşan daye. Dîsa, ya girîngtir, Haydar Işik bêyî ku êşan bide ber hev, bêyî ku kesî bişofîne, bi pîvana nirxê sincî û ûcdanî, hevkarên zilma li ser Ermenan jî, bi lehengên romanê vedibêje. Arevîk jî, hemû bêgûnehbûnê bi hemû debdebeya wê di romanê de nîşanî me dide.

Haydar Işik, di romana xwe ya dawî ‘’Qelenê Xecê ya Dersîmê’’ de mijara ‘’Keçên Winda yên Dersîmê’’ ji xwe re kiriye mijar. Çîroka ji sedan yek ji wan keçên Dersîmê ku 1937-1938’an li dema qirkirina Dersîmê de li qiraxan maye û ji hêla mêtingerên Tirk ve hatiye revandin e, Qelenê Xecê ya Dersîmê..

 Fermandarekî leşkeran ku li Dersîmê gel dayî ber guleyan, mirov kirine penaber, koçber kirine, Xecê weke xenîmetê şer desteser dike, navê wê pêşî dike Hatîce, piştre dike qerwaş û piştre ji xwe re dike jin. Û Xecê weke keçeke Dersîmê ya otantîk, di nav qirkirinê de dibe qerwaş, jina leşkerekî û diya zarokekî Tirk.

Di her rûpela romanê de, dema ku veguherîna Xecê tê gotin, hûn dibînin ku ‘’Raza Dersîmê’’ ya ku di xwe de veşartiye, dibe agirekî ku nateve û ber bi ezmên ve hildifire. Piştî mirina leşker, li Ewropayê ku dayiktî ji zarokên xwe re dikir, bi wesîleyekê li rabirdu, xaka xwe, li xizirê xwe vedigere. Dayika Hatîce, dema ku ji zarokên xwe re dibêje, ew Xecê ye û raza Dersîmê ji dilê xwe, bîra xwe derdixe û ji wan re vedibêje, zarokên wê ku weke ‘’Tirk’’ mezin bûne, pêşî ji diya xwe fedî dikin, piştre ditirsin û piştre hewl didin ku xwe bibînin. Xecê jî li şûnwarê xwe vedigere û xwe ji nû ve diafirîne. Haydar Işik, di nav van hemû pêvajoyan de,pêvajoyên civaka ku bi zilma dewletê re li xwe biyan bûye û hatiye xwestin were tinekirin lê dîsa jî hewl dide ku xwe biafirîne, bi bîrê, bi senteza rasteqîniyên dîrokî vedibêje. Serboriya Xecê ya ku ji Dersîmê dest pê kirî, ji avaniyên Izmîrê xwe digihîne Munîhê ya Elmanya û ji wir jî Dersîmê.

Li derdora karekterên sereke yên romanê, qirkirina Dersîmê, biyanîkirina wê û li dijî vê ji nû ve avakirina nasnameyê, bi çîrokên li derdora zarok û dayikê tê afirandin. Bi zimanekî xwerû, vegotine xwerû lê bi rejnebarana hîsan di nav hêwilnakiyê de hûn ê romanê bixwînin. Ji çavên wê hêsir wê biherikin û hûn ê li derdora xwe binerin. Hîsa di navbera rabirdu û dahatuyê de, hîsa ku dê û zarok ev qasî nêzî hev dike, hûn ê fêhm bikin ku hîsa welatekî ye.

Dema ku bi diayên Xizir hûn kêmaniyên xwe temam dikin û bi baweriyê li xaka xwe vedigerin, hûn ê xwebûyinê dîsa pêk bînin. Haydar Işik ku 1’ê Îlona 1937, destpêka qirkirina Dersîmê ji diya xwe dibe, bi çavdêriyên jiyanê, bi hînbûyina xwe, bêyî ku welatê xwe winda bike, di nav dinyayên cihê de jiyaye, weke kesekî ku bi rikdarî tim girêdayî xaka xwe maye, vê romanê watedartir dike.

Haydar Işik li gel ku zêde bi nav salan de çûye û nexweşiyên giran jî, qet ji welatê xwe Kurdistanê û ji civakîbûyina bajarê xwe Dersîmê qut nebûye, nasnameya Elewî, Êzîdî, Îslam, Materyalîst û Xiristaniyê di xwe de civandiye. Hemû jiyana xwe bi hêrsa bi azadiya Kurdistanê li dijî mêtingeran derbas kiriye. Bi vê hişmendî û hewldana xwe, dema pirtûkên xwe yên Selahaddîn Eyûbî, Memik Axa yê Dersîmî, ji Şerkoy ta bi Selahaddîn, ji Munzira Penaber, Averîk û Qelenê Xecê ya Dersîmê dinivisîne, ra û rîşalan şanî ciwanan dide. Car caran hêrsa wî derbasî nivîsê dibe. Lê ji bo civakeke ku ji qirkirinê derbas bûye biber xwedî hişmendiyeke qeyîm a dîrokê her kêferat kiriye. Dema ku li Mûnîhê ez çûme serdana wî jî, di wî halê xwe yê nexweş de jî, pirsên wî her têkildarî hezkirina wî ya li welêt bûn. Berpirsyariya xwe ya li hemberî Kurdan û civakên Kurdistanî, di nav hemû şert û mercan de, hewl dide bijî, Haydar Işik.