Wê li hemû kanton û herêmên Rojava sermijarî bê kirin
Li hemû kanton û herêmên Rojava yên nû hatine rizgarkirin jî, sermijarî bê kirin. Rayedaran hin xalên têkildarî serjimariyê eşkere kirin.
Li hemû kanton û herêmên Rojava yên nû hatine rizgarkirin jî, sermijarî bê kirin. Rayedaran hin xalên têkildarî serjimariyê eşkere kirin.
Komîteya ku xebatên projeya "Ez li vir im" a serjimariyê bi rê ve dibe der barê armancên projeya serjimariyê, hin xalên girêdayî serjimariyê û têkildarî serjimariya li herêmên Bakurê Sûriyeyê yên nû hatin rizgarkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
"Ji ber pêwîstiye ku ji guhertinên civakî û siyasî ku bi pêşketina sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re ber bi Projeya Federaliya Demokratîk a Rojava – Bakurê Sûriyê ve pêş dikeve, ji bo xurtkirina bingehên vê sîstemê ku hêza xwe ji civakê bigre, li ser bingeha hilbijartinên ku wê di dema pêş de werin lidarxistin, ku wê gaveke dîrokî li Rojava û Bakurê Sûriyê be, dibe ku hin çavdêr û aliyên navneteweyî jî çavdêriya wê bikin, Desteya Rêxistinî ya Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê bi alîkariya Meclîsa Sûriya Demokratîk wê ji bo naskirina hejmara şêniyên Rojava yên ji hemû pêkhateyan, pêngava 'serjimariyê' bidin destpêkirin.
Ji bo pêkanîna vê serjimariyê jî Navenda Lêkolînên Stratîjîk a Rojava (NRLS) hat erkdarkirin. Navenda lêkolînê jî ji bo projeyê plansaziyek derxist, kaxizên pêwîst, agahîn pêwîst, amade kirin. Her wiha xalên weke ‘Hejmara şêniyan, beşê civakî ku dikarin beşdarî hilbijartinan bibin, rewşa civakî û malbatî, asta xwendinê, asta bêkariyê, rewşên astengdariyê, koçberiya ber bi Rojava ve û koçberiya ji Rojava’ diyar kirin.
Navend her wiha bi alîkariya desteya rêxistinî ya Sîstema Federal, Meclîsa Sûriya Demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk û Rêveberiya Xweser, komîteyeke çavdêriya giştî ava kir. Her wiha girêdayî vê komîteyê jî komîteyên şaxî yên çavdêrî û rêvebirinê, li hemû bajar û meclîsan ava kirin. Komîteyên rêvebirinê jî dest bi lidarxistina civînanên danasîna serjimariyê ji endamên komîn meclîsan re, kirin. Di vê çarçoveyê de bi dehan civîn hatin lidarxistin. Her wiha ji mamosteyên Desteya pewerdeyê re jî civînên perwerdehiyê hatin lidarxistin. Di civînan de mamoste fêrî awayî nîvîsîna agahiyên û pêkanîna serjimariyê hatin kirin.
Lidarxistina serjimariyê li ser 3 pêngavan hat dabeşkirin:
1- Pêngava amadekariyê.
2- Karê partîkî û komkirina agahiyan.
3 – Nîvîsan elektronîk.
Li ser van bingehan di dema derbasbûyî de, hemû amadekarî hatin kirin. Ji bo dest bi pêngava duyemîn a komkirina agahiyan, divê hinek xalên girêdayî serjimariyê werin zelalkirin.
Hin ji wan xalan ev in:
* Armanca Serjimariyê, xizmeta civakî û hemû pêkhatiyên wê û li gorî agahiyên ku werin komkirin, derxistina pilanên pêşerojê ye.
* Tiştên bingehên ku di serjimariyê de esas werin girtin, komîn meclîs û desteya perwerdeyê ne. Ji ber vê yekê em bi hêvî ne ku alîkariyê bi wan wan were kirin û nêzîkatî li gorî ruhê berpirsyariyê be, ji bo ku ev proje bi ser bikeve.
* Sejimarî hemû pêkhateyên her sê kantonan û herêmên Bakurê Sûriyê ku nû hatine rizgarkirin, digre nava xwe.
* Di serjimariyê de agahiyên îsbatê yên malbatên esas tên girtin. Kesên ku di sicilên rejîmê de weke Mektûm (bê nasname) dihatin binavkirin, werin qeydkirin. Ji bo kesên ku koçberî Rojava bûne jî wê belgeya temwînê ya ku li cem wan e, esas bê girtin.
* Di roja ku wê serjimarî li herêmekê pêk were, wê ew roj li wê herêmê ji bo hemû saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Saziyên serbixwe re, betlaneya fermî be. Her wiha wê tevgera bazar û alavan bi temamî were sekinandin. Ev yek jî wê bi armanca ku di roja serjimariyê de, hemû kes li malên xwe be pêk were.
* Divê hemû welatî beriya roja serjimariyê amadekariyên xwe bikin û hemû pêdiviyên xwe yên jiyanî yên weke av, nan, derman peyda û amade bikin. Her wiha yên ku çûyîna wan yan cem doxtor hebe, pêk bînin.
* Hemû nexweşxane û dermanxaneyên nobedar, wê di wê rojê de bi temamî vekirî bin.
* Firin jî dikarin roja serjimariyê heta saet 07.00’ê sibehê bixebitin.
* Hêzên Asayîşê û Parastina Civakî ji ewlehiya welatiyan û pêkhatina serjimariyê berpirsyar in, ji ber vê yekê divê hemû welatî bi wan re bibin alîkar.
* Serjimarî dê di roja serjimariyê de ji saet 08.00’ê sibehê de destpê bike û tevahiya rojê bidome.
* Ji bo her bajarekî, rojek ji bo serjimariyê hatiye veqetandin. Eger rewşeke awarte çêbû, yan jî serjimarî bi dawî nebû, dikare danek din jî lê bê zêdekirin.
* Di wê roja tevgera maşîneyan bi temamî qedexe ye. Tenê di rewşên lezgîn de, li gorî belgeyeke ku ji Asayîşê were girtin, dikar tevger bê kirin.
* Hemû wesayîtên ku wê kesên ku serjimariyê bikin û komîteya çavdêriyê bibin û bînin, wê li gorî belgeyeke ji Asayîşê tevbigerin. Li ser wê belgeyê dê navê ajokar, hejmara wesayîtê, xeta ku li ser dimeşe hatiye nivîsandin. Wê ji her wesayîteke ku ji xeta xwe derkeve, hesab were xwestin."
Li ser vî esasî û li gorî komîteyê serjimarî wê li herêmên Amûdê, Dirbêsiyê, Zirgan (Ebûrasên), Serêkaniyê û Til Temir, di roja 23’ê meha Îlonê de were lidarxistin.