BI DÎMEN

Warê Nû- Til Berak

Til Berak hem ji dîroka xwe ya berê hem jî ji dîroka xwe ya nêz ti tawîzê nade. Girê Til Berak bi dîroka xwe ve mîna ku ji navenda bajêr re dibêje; "Min Sumer, Babîl, Hûrî, Mîtanî û Romayî vehewand".

Til Berak hem ji dîroka xwe ya berê hem jî ji dîroka xwe ya nêz ti tawîzê nade. Girê Til Berak bi dîroka xwe ve mîna ku ji navenda bajêr re dibêje; "Min Sumer, Babîl, Hûrî, Mîtanî û Romayî vehewand. Bi qasî ku ez bûm şahidê şaristaniyan, ez li hemberî diz û talankaran jî têkoşiyam. Hînê jî li ber xwe didim."

Til Berak a ji aliyê Artêşa Sûriyeya Azad, Cephet El Nûsra û herî dawî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat dagirkirin, di Sibata 2015'an de ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve hat azadkirin û xwe radestî zarokên Mîtaniyan kir. Arkelog Ahmedê Ereb dibêje, piştî vegera şêniyan Til Berak aram bûye.

Ereb got, "Em li vê derê ne li ser girekî, li ser zindiyekî bêziman digerin, lewma divê em bi baldarî her gava xwe bavêjin" û ji me re qada dîroka gir dike.

Babîliyan navê nagara, Mînatiyan navê Nûwara û Romayiyan jî navê Berak li Til Berak kirine. Di dema Babîl, Sûmer û Mîtaniyan de dihat wateya 'Warê Nû'. Li cem Romayiyan jî dihat wateya Berak yanî çav.

Warê Nû yê li deşta Elredê ye, bi qasî 35 kîlometreyan li başûrrojhilatê Hesekê ye. Tevî vê yekê cîranê çemê Çeq Çegê ye. Warê Nû her wiha bi 44 kîlometreyan li bakurrojavayê Qamişlo ye.

Arkeolog Ahmedê Ereb diyar kir, wargeha destpêkê ya Warê Nû digihêje heta serdema navîn a kevirîn. Ereb got, "Hin malbatên Sumer, Babîlî, Hûrrî, Mîttanî û herî dawî jî Romayî li vir jiyan. Li vê derê hin tabletên nivîskî û wêneyan, her wiha peykerên çav, îbadetxane û hin qesr hatin dîtin. Bi taybetî îbadetxaneyên Elîgun, Şemîşî, Şagan çend ji van ên girîng in. Qesra Naram Sîn a Babîlan jî, dikare roja me ya îro ronî bike."

Ereb da xuyakirin ku Warê Nû di navbera Babîlan û Hîtîtan de navendeke bazirganiyê bû û ragihand, ev der di sala 1936'an de ji aliyê Dr. Malon ê Îtalî û di sala 1976'an de jî ji aliyê Davîd Otîs ê Îtalî ve hat kolandin. Lê belê ji ber bûyerên xwezayî, bi taybetî ji ber baranê, rewşeke ku hatiye kolandin nîşan bide, nayê dîtin.

Li ser sedema sekinandina kolandinê Ereb got, "Gelek sedemên xwe hene. Ya herî girîng jî ew e ku dîroka ji vir derkeve holê dibe ku dîroka heyî ya herêmê biguherîne, lewma ji ber vê tirsê pêşî li kolandinê hatiye girtin.

Ev der ji aliyê mirovên xwedî niyeta baş ve hat kolandin. Hin tespît hatin kirin. Bi taybetî bermayiyên Hûrrî û Mîtaniyan hatin dîtin. Ev tespît ji aliYê neteweperestên çandê ve şaş hatin tercûmekirin. Em dixwazin vê sererast bikin. Lewma ev der ji aliyê Desteya Arkeolojî û Ekolojiyê ya Kantona Cizîrê ve tê parastin. Ji ber ku hînê ji sedî 75 ê vê derê nehatiye kolandin. Cihekî ku bala qaçaxçiyên berhemên dîrokî li ser e."

...