Waliyê Amedê: Em amade ne!

Waliyê Amedê: Em amade ne!

Piştî hat ragihandin ku ji bo mudaxelekirina greva birçîbûnê qata duwemîn a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Amedê hatiye valakirin Waliyê Amedê Mûstafa Toprak got; “Em ji bo hemû rewşaên lezgîn û krîtîk amade ne, em li bendê ne.” Li odeyên hatin valakirin paçeyên wan bi telên hesin hatin girtin û destikên paçeyan ên vekirin û girtinê jî jê hatin kirin. Li dora nexweşxaneyê tedbîrên polîsan gelek zêde ne.

Waliyê Amedê Mustafa Toprak daxuyaniyek ji bo grevên birçîbûnê da û got; ““Em ji bo hemû rewşaên lezgîn û krîtîk amade ne, em li bendê ne.”

Piştî daxuyaniyên Erdogan li girtîgehên Amedê bi giştînameya Walî biryara tedbîqatên şewatê bên kirin hate girtin. Hate hînbûn ku di tedbîqatan de xebatkarên beşa lezgînî ya 112 ên Amedê jî tevlî bûn. Li aliyê din qata 10'emîn a Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê ya li ser riya Amed û Xerpêtê ya ji 13 odeyên bi 2 doşek pêk tê hate valakirin.

Piştî odeyên Beşa Dahîliyeyê ya qata 10'emîn hemû hatin valakirin guman dê mudaxeleyê li çalakiya greva birçîbûnê bikin pêk anî. Hemû nexweşên li beşa dahiliyeyê di nava 2 rojan de sewqî blokên din hatin kirin.

Li odeyên 2 kesî yên hatin valakirin lawabo û serşû lê hene. Li hemû odeyan destikên paçeyan ên vekirin û girtinê jê hatin kirin û paçe bi hesitanan hatin girtin. Li gorî agahiyên ku nexweşên berê li vir diman dayîn, hate diyarkirin ku amadekarî demek berê ha kin dest pê kirin û paçeyên beşê bi hesinan hatin girtin. Notirvanên ewlehiyê yên taybet ên nexweşxaneyê jî hatin hişyarkirin û ewlehî di asta herî bilind de tê girtin. Hate dîtin ku li dora nexweşxaneyê jî gelek polîsên sivîl tên sekinandin. Nexweşên li nexweşxaneyê ji ber vê yekê gelek diltirs in.