Walitiya Amedê, çalakiya greva birçîbûnê ya 48 saetan a ku BDP’ê plan dikir pêk bîne bi hinceta ‘derveyê qanûnê’ ye hat qedexekirin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin BDP’ê îro bi tevlibûna dehezaran kesî li Park Ormanı dê çalakiya greva birçîbûnê ya du rojan bida dest pêkirin, lê ji aliyê Walitiyê ve hat qedexekirin.
Her wiha walîtiyê broşurên ji bo vexwendiya grevê hatibû çapkirin jî berhev kir.
Piştî vê biryara Walîtiyê polîsan Park Ormani kir bin ablukayê û gelek polîs sewqê herêmê kirin. her wiha bajarên herêmê jî bi sedan polîs bi biryara wezareta karê hundir ve şandin Amedê.