Turk: Yên bi feraseta faşîzan tevdigerin rebenin

Turk: Yên bi feraseta faşîzan tevdigerin rebenin

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk daxuyaniyên Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn yên ji bo parlementerên BDP'yî wekî; "reben" bikar aniye bi zimaneke tund rexne kir û got; "Yên daxwazên gelê xwe ji nedîtî ve tên rebenin. Em rebeniyê bi vî rengî dinirxînin. Em ne rebenin. Ji ber ku bi bawer û bi biryarin. Em li gel têkoşîna gelê xwe ne. Yên ku bi feraseta faşîzan tev digerin û têkoşîna gel nabînin rebenin."

Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk Aysel Tûglûk, Parlementerên BDP'î Hasîp Kaplan, Sirri Sakik, Ertugrul Kurkçu, Murat Bozlak û yên pê re tevlî vekirina navenda kirîn û firotinê ya Movayê bûn. Parlementeran di dema serdanê de ji aliyê xwediyên navendê ve li ber derî hatin pêşwazîkirin. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk ji ber xebateke bi vî rengî spasiyên xwe pêşkêşî xwediyên navendê kir. Turk di serdanê de şiroveya Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn ên ji bo parlementerên BDP'ê wekî; "reben" bikar aniye jî bi zimaneke tund rexne kir.

Turk got; Em ne rebenin. Em têkoşîan azadiya gelê xwe didin. Em bi gelê xwe re li hemberî bêhiqûqî û metîngeriyê liber xwe didin. Ji bo hiqûqa gelê xwe em têdikoşin. Metînger û faşîstên ji vê yekê ditirsin hene. Di bingeh de yên ji têkoşîna azadiyê ditirsin rebenin. Yên daxwazên gelê xwe ji nedîtî ve tên rebenin. Em rebeniyê bi vî rengî dinirxînin. Em ne rebenin. Ji ber ku bi bawer û bi biryarin. Em li gel têkoşîna gelê xwe ne. Yên ku bi feraseta faşîzan tev digerin û têkoşîna gel nabînin rebenin. Dîrok rebenan bi vî rengî dinirxîne. Yên ji gel ditirsin rebenin, yên ji gelê xwe bawer nakin rebenin."