Turk: Me di salên 90'î de serî netewand, em ê niha jî netewînin!
Ahmet Turk nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê da û diyar kir, ew ê serî li ber êrîşên bi vî rengî netewînin. Ahmet Turk got, "AKP li hemberî Kurdan têk çûye, lewma êrîş dike."
SEDAT SÛR
MÊRDÎN
çarşem, 2 sermawezê 2016, 11:21
Desthilatdariya AKP'ê, piştî ku Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli girt, bi rêya qeyûm şaredarî dagir kir.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk got, AKP dixwaze siyaseta Kurd û partiya wan bi tevahî ji holê rake. Turk, têkildarî xeteriya qeyûm a li ser şaredariya bajarê wan jî got, "Me di salên 90'î de serî li ber darbeya Meclîsê netewand. Em ê serî li ber vê darbeyê jî netewînin."
'DIXWAZE MÛXALEFETA KURDAN BÊDENG BIKE Û BIBE PARTIYA BI TENÊ'
Ahmet Turk anî ziman, tevgera Kurd li dijî desthilatdariya AKP/Qesrê alternatîfa yekane ya gelan e û got, AKP êrîşî vîna siyasî ya gelê Kurd dike û bi vî rengî dixwaze bibe partiya bi tenê. Li gorî Ahmet Turk, êrîşa AKP'ê ya li dijî Kurdan, darbeya li dijî partî û şaredariyên wan, bi vê armancê tên kirin.
'AKP LI HEMBERÎ KURDAN TÊK ÇÛYE, LEWMA ÊRÎŞ DIKE'
Turk, girtina Hevşaredarên Amedê û tayînkirina qeyûm li şûna wan tê wateya "Ez ê vîna gelê Kurd, hevşaredar û parlamenterên gelê Kurd bêdeng bikim" û destnîşan kir, ku AKP hem li hundir hem jî li derve li pêşberî gelê Kurd têk çûye, lewma êrîş dike.
Turk got, "AKP, ya ku jê nehat bi fermî bike, niha bi emelî dike. AKP ji bo siyasetê bi temamî ji holê rake êrîş dike û bi ser tevgera siyasî ya Kurd ve diçe."
Hevşaredar Ahmet Turk da zanîn, AKP wê di polîtîkayên xwe yên şer û tinekirinê de israr bike, ev yek wê rê li ber êrîşên mezintir veke û diyar kir, ew ê li dijî vê yekê heta dawiyê li ber xwe bidin.
'EM Ê SERÎ NETEWÎNIN; EV YEK DI SALÊN 90'Î DE JÎ DÎTIN'
Li ser îhtimala dagirkeriya qeyûm li şaredariya Mêrdînê, Turk got, "Di salên 90'î de dema em parlamenter bûn, bi darbeyeke mîna ya niha li dijî şaredariyan dikin, em ji Meclîsê avêtin. AKP jî niha bi dagirkeriya bi rêya qeyûm, hevşaredarên me ji wezîfeyê davêje, digire. Me wê çaxê serî netewandibû, bêguman em ê niha jî serî netewînin."
Hevşaredar Turk herî dawî got, "Ev polîtîkayên AKP'ê beriya niha jî hatibûn ceribandin, lê bi kêr nehatibûn. Lê AKP a ku li pêşberî Kurdan têk çûye, li şûna ku li demokrasiyê vegere, hewl dide bi hêza xwe ya leşkerî encamekê bi dest bixe. Ev yek wê bandorê li Kurdan neke."