Tûncel: Ji bo li Kurdistanê ronahiyê qîr bikin li qadanin
Amediyan, ku bi şîara “Li dijî darbeyan demokrasiya redîkal” kom bûn. Di mîtîngê de Hevseroka DBP’ê Sabahat Tûncel axivî û wiha got: “Ji bo ku li Kurdistanê ronahiyê qîr bikin, li qadan in."
Amediyan, ku bi şîara “Li dijî darbeyan demokrasiya redîkal” kom bûn. Di mîtîngê de Hevseroka DBP’ê Sabahat Tûncel axivî û wiha got: “Ji bo ku li Kurdistanê ronahiyê qîr bikin, li qadan in."
Amediyan, ku bi şîara “Li dijî darbeyan demokrasiya redîkal” kom bûn. Di mîtîngê de Hevseroka DBP’ê Sabahat Tûncel axivî û wiha got: “Ji bo li dijî yên ku dixwazin welat ber bi tarîtiyê ve bibin, ji bo ku li Kurdistanê ronahiyê qîr bikin, li qadan in."
Girseyê , flamayên PKK’ê KCK’ê û posterên û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin, ciwanan jî kole çêkirin û wêneyên Ocalan vekirin.
Girseya gel kesên ku di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê yên li bajarê Qamişlo yê Rojava jiyana xwe ji dest dabûn jî ji bîr nekirin; dirûmên “Bijî Berxwedana Qamişloyê” qîr kirin û dovîzên ku “Dema ku zarok razayîne tên qetilkirin” hatin bilind kirin. kedkar jî bi komkî bi pankarta “Ne darbeya leşkerî û ne jî ya siyasî çareserî demokrasiye” ve bi ketina qadê re bi ji aliyê bi hezaran kesî ve bi çepik û tilîliyan hatin pêşwazîkirin. Di dema ku malbatên ku zarokên xwe di berxwedan xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dabûn ketin qada mîtîngê bi yek dengî gotin ji bo “Bibin hevparên berxwedana zarokên xwe û tecrîdê protesto bikin” em li vir amade ne. HDP û DBP’ê, hevşaredar, parlementerên HDP’ê bi otobusa hilbijartinê ya HDP’ê ketin qadê û gel silav kirin. Di nava kesên ku hatin qadê de jî Hevserokên KCK’ê Leyla Guven û Hatîp Dîcle, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sabahat Tûncel, endamên Heyata Îmaraliyê, Hevseroka Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak Frant Anli û herî dawî jî Hevserokê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş jî hebûn.
‘DAWÎ LI TECRÎDÊ BÎNIN’
Di mîtîngê de di serî de Serokê Komîteya Rêxistinkirina mîtîngê Abbas Ercan axivî û polîtîkaya tecrîdê ya girankîrî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protestokir û divê demildest dawî li tecrîdê bînin. Ercan anî ziman li dijî êrîşna ew ê heta dawî li qadan bin. Piştî Ercan Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sabahat Tûncel axivî.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, beştarî Mîtînga Amedê ya li Qada Îstasyonê bi silogana "Li dijî darbeyan demokrasiya radîkal" bû. Tûncel, diyar kir ku li dijî komkujiya li ser Kurdistanê û şerê li Rojhilata Navîn cîhanek din pêkan e û wiha got: "Em di pêvajoyek dijwar re derbas bûn. Em ji bo rohaniya li Kurdistanê nîşan bidin hatin cem hev. Ger ku krîz çareser nebe wê kaos pêş bikeve. Em wekî têkoşerê demokrasiyê diyar dikin ku ger demokrasî pêş nekeve û krîz çareser nebe wê kaos pêş bikeve. Îktîdar li şûna ji şaşiyan vegere li kolanan li dijî gelê Kurd dijminantiyê dike. Li dijî Kurdan masa şer hatine avakirin. Divê polîs û leşkerê vî welatî li gelêxwe zilmê neke. Divê ne tenê li Rojava, li Kurdistanê jî zilmê neke.
Dema li ser gelê Kurdistanê komkujî pêk hatin me dewlet û hikûmet hişyar kir. Dîrokê em piştrast kirin û di 15'ê Tîrmehê de li dijî hikûmetê hewldana darbeya leşkerî pêk hat. Em wekî gelê Kurd her dem li dijî darbeyan in. Dirok Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştrast kir. Birêz Ocalan her dem hikûmet hişyar kir. Diyar kir ku ger pergala darbeyê têkeve meriyetê ne tenê gelê Kurd wê hemû gelê Tirkiye winda bike. Birêz Ocalan digot Erdogan "Tawiya te wê bibe wekî ya Mursî" Lê hêj nû hişyariyên Ocalan ferk dikin. Ji bo darbe bi dawî bibin divê berî her tiştî tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe û Birêz Ocalan azad bibe."
'WERIN EM BI HEVRE BIRÊZ OCALAN AZAD BIKIN'
Tûncel, anî ziman ku ew wekî DBP'ê di siyaseta demokratîk de israr dikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Heta ku gelê Kurd azad nebe darbe naqedin. Em ji gelê Tirkiye re dibêjin em wê li vir demokrasiyê û xweseriyê ava bikni. Em wekî jin jî dibêjin werin em bi hevre têkoşîna demokrasiyê xurt bikin. Em bang li ciwanên Rêber Apo dikin û dibêjim werin em bi hevre li dijî faşizmê demokrasiyê ava bikin û Birêz Ocalan azad bikin."
‘AZADIYA OCLANA NE TENÊ PIRSGIRÊA AMEDÊ YE’
Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder tev li mîtînga Amedê ku bi deh hezaran kes beşdar bûne axivî. Onder, bi kurdî xêrhatin da gelê Amedê û kir wiha got: "Li ti welatên cîhanê li ti qadên cîhanê bajarekî wisa tune ye. Li ti qadên cîhanê wekî gelê Amedê û bajarê Amedê tune ku li nirx, rûmet û azadiya xwe xwedi derkevin. Rêhevalno vî bajarî û gelê vî bajarî her dem li azadî, demokrasî û aştiyê xwedî derketiye û herikiye qadan. Herî zêde jî li dijî tecrîdê li Azadiya Ocalan xwedî derketiye. Birêz Ocalan di zindana 2 metre qare de hemû polîtîka pûç kirine. Azadiya Ocalan wekî heyeta Îmraliyê deynê sutuyê me ye. Ez li vir bang li hemû hêzên aştî û demokrasiyê dikin. Girtina birêz Ocalan û tecrîda Birêz Ocalan ne meseleya çend şexsan û gelê kurd tenê ye. Meseleya hemû gelên Rojhilata Navîn û Cîhanê ye. Yên ku dema bajarên Kurdistanê dihatin xerakirin dengê xwe dernexistin û temaşe dikirin niha bûne mutahîtê xaniyan. Ew kesên ku li hemberî êrîşan bêdeng man û temaşe kir nahlet li wan bê."
'SERÎTEWANDIN DI HEYVANÊ ME DE TUNE YE'
Onder, destnîşan kir ku ti tişt bi zilm û zordariyê çareser nabe û wiha berdewam kir: "Me carekê hûn hişyar kirin em dîsa hişyar dikin. Ev gel li aştî, û demokrasiyê xwedi derket û dîsa xwedî derdikeve. Hûn çi biçînin hûn wê wê biçinin. Hûn zilmê biçînin hûn wê darbeyan biçinin. Birêz Ocalan ji bo demokrasiyê rê nîşan dabû. Ji bo aştî, demokrasiya radîkal em hemû seferber bibin. Bila kes li benda me nemîne ku em bêdeng bimînin. Bila kes ne li bendê be ku em serî bitewînin. Serî tewandin di heyvanê me de tune ye. Werîn em bi hevre tecrida li ser Birêz Ocalan bi dawî bikin û rakin. Werin demek berî demekê em dawî li vê bêhiqûqiyê bînin. Werin em bi revre demokrasiyê ava bikin û rê li pêş Birêz Ocalan vekin. Heta ku rê li pêş Ocalan neyê vekirin, wê darbe berdewam bikin."
Onder, herî dawî bang li gelê Amedê kir û xwest tev li Nobeta Azadiyê bibin û bi bi nobeta Azadiyê dikarin rê li pêş aştî, demokrasî û azadiya Birêz Ocalan vekin.