Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel diyar kir, hemû şaredariyên hatine desteserkirin veguherîne qereqolê û destnîşan kir, ku ew ê bi ti awayî qeyûman nas nekin. Tûncel got, her avahiyeke partiya me wê bibe şaredarî. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel mijar ji ANF'ê re nirxand.
'DEWLET HIQÛQA MÊTÎNGERIYÊ LI KURDISTANÊ DIMEŞÎNE'
Tûncel da xuyakirin, ku desteserkirina şaredariyan ji rewşa siyaseta Tirkiyeyê cuda nîne û destnîşan kir, li Tirkiyeyê pêkanînên faşîzmê li ser kar in. Tûncel da zanîn, ku sîstema parlamenteriyê ji holê hatiye rakirin û got, "Veguheriye dewleteke ku bi Biryarnameyên Xwedî Hukma Qanûnî tê birêvebirin. Bi taybetî hikûmeta AKP'ê hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê kir bahane û ev yek veguherand darbeyeke dijber. Li ser vê yekê Rewşa Awarte ya 3 mehan ragihand û nîqaşê li ser dike ku dema vê dirêj bike. Di vê dema Rewşa Awarte de hemû azadî û mafên demokratîk ji holê rakir. Hikûmeta AKP'ê navê 'têkoşîna li dijî darbeyê' li vê rewşê kir. Lewma, rejîma yek şexsî ya ku Erdogan demeke dirêj e bilêv dike, lê nekarî bixe meriyetê, bi vê wesîleyê xist meriyetê."
Sebahat Tûncel diyar kir, ev nêzîkatiya polîtîk a Erdogan li Kurdistanê bi rengekî cudatir ketiye meriyetê û got, "Ji aliyekî ve li Tirkiyeyê kaosê dafirîne û hewl dide siyaseta xwe serdest bike, li aliyê din jî li Kurdistanê polîtîkaya dij bi Kurd dixe meriyetê. Ya ku pêk tê, qirkirina siyasî ye. Êrîşeke taybet li dijî Partiya Herêmên Demokratîk heye, ku li Kurdistanê 106 şaredariyên xwe hene. Weke tê zanîn qeyûm li 24 şaredariyên me hatin bicihkirin. Ev pêkanîn bi tenê di dema darbeyê ya 12'ê Îlonê de hatibû kirin. Weke cara duyemîn jî ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve bi cih tê anîn."
Tûncel işaret bi gef û êrîşên li dijî Parlamenterên ji aliyê gelê Kurd ve hatin hilbijartin kir û wiha dewam kir: "Hewl tê dayîn parlamenterên HDP'yî ji parlamentê werin avêtin. Mafê destnedana wan hat rakirin û ji bo îfadeyê bang li wan tê kirin. Ev hemû nêzîkatiya dewletê ya li pirsgirêka Kurd radixe pêş çavan. Ev nêzîkatî ne tenê li partiyeke siyasî yan jî şaredariyan e. Nêzîkatiyeke giştî ye. Dewlet niha li Kurdistanê hiqûqa mêtîngeriyê dimeşîne. Ziman û çanda gelê Kurd nas nake, mafên gelê Kurd talan dike."
'KOMAREK JI TIRSÊ AFIRANDIN'
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Tûncel da xuyakirin, ku hikûmeta AKP'ê ev demeke dirêj e bi zext û zordariyê civaka Tirkiyeyê xistiye bin kontrola xwe û destnîşan kir, Komareke tirsê afirandine. Tûncel got, "Îşkence li her kesên derketin derve kir. Her kesên aştîxwaz, binçav kirin, girtin. Li vî welatî nivîskar, rewşenbîr û akademîsyenên li cîhanê navdar, girtin. Komareke ji tirsê afirandin û civak bêdeng kir. Ya rast, civak vê qebûl nake. Lê belê mafê civakê yê daketina kolanan jê stand. Ev rewşa tepisandî pirsgirêkeke cidî ye. Ev yek versiyoneke cuda ya komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê ye, ku li Rojhilata Navîn dike. Desthilatdariya AKP'ê ev yek weke rêbazekê bi kar anî. Tevî van hemûyan jî di nava civakê de nerazîbûneke cidî heye."
'ŞAREDARIYÊN HATINE DESTESERKIRIN VEGUHERÎN QEREQOLÊ'
Tûncel bibîr xist, ku wan timî gotine ew ê qeyûm nas nekin û anî ziman, erkdarkirina qeyûm tê wateya desteserkirina vîna gel. Tûncel ragihand, li dijî vê yekê wê têkoşîna wan a bi rêyên demokratîk bidome û got, "Niha şaredariyên hatine desteserkirin veguherandine qereqolê. We şaredariya Colemêrgê dîtin; qeyûm bi polîs û leşkeran re wêne kişand. Eger hûn bala xwe bidinê; li wê derê gel nîne. Veguheriye cihekî ku burokrasiya dewletê lê ye. Nepêkane ku ev rewş bi vî rengî demeke dirêj dwam bike. Em ê li dijî vê, bi rengekî demokratîk têbikoşin."
'EM Ê HER AVAHIYA DBP'Ê BIKIN ŞAREDARÎ'
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel da xuyakirin, ku wan bang kirine li cihên şaredarî hatine desteserkirin xebatkar dest ji kar berdin û gel nerazîbûna xwe li kolanan nîşan bidin û got, "Ev banga me bi giranî cihê xwe girt. Di dema pêş de jî wê xeta me ya demokratîk dewam bike. Di rojên pêş de em ê bi hevşaredarên xwe re civîneke berfireh lidar bixin û rewşê binirxînin. Pêkane ku em hingî daxuyaniyeke berfirehtir bidin raya giştî. Ji ber ku em naxwazin qeyûm bikin parçeyek ji jiyana me. Qeyûm zordariya dewletê tîne bîra me. Hevşaredarên me û endamên me yên meclîsê yên hatine hilbijartin li ser karê xwe ne. Dibe ku avahiyên şaredariyan bi zorê ji aliyê dewletê ve hatibin desteserkirin. Lê belê her avahiyeke DBP'ê wê bieb şaredarî."
Tûncel di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir, ku li dijî êrîşa topyekûn ew ê bi rengekî topyekûn li ber xwe bidin û banga têkoşînê li her kesî kir.