Tûncel: Em ê li dijî darbeya AKP’ê her roj li qadan bin

Tûncel diyar kir, binpêkirina vîna gel û desteserkirina şaredariyan welat aniye ber parçebûnê. Tûncel got, li nav Kurdan qutbûna hîsî pêk hatiye û got, ew ê her roj li qadan bin.

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel diyar kir, ew ê li dijî darbeya AKP’ê qadan vala nehêlin û gelê Kurd ji bo hebûna xwe biparêze, azadiya xwe pêk bîne wê were cem hev, li dijî darbeya AKP’ê têbikoşe.

‘’GAV BI GAV BER BOBELATÊ VE DIBIN’

Tûncel li çalakiya li ber Kolana Lîseyê ya li pêşberî şaredariyê, ku wekîlên HDP’ê yên Amedê Feleknas Uca, Sîbel Yîgîtalp jî di nav de bi sedan kes amade bûn, got, zilm û zordariya AKP’ê welat ber bi parçebûnê ve aniye. Tûncel diyar kir, ew ê li dijî darbeyê dengê xwe derxînin û tim li qadan bin:

‘’AKP’ê welat aniye rewşeke wiha ku tim zilm û zordarî li dar e, aniye rewşeke wiha ku êdî kes nema dikare derkeve derve, kuçeyan. Bila di dilê xwe re nebin ku em ê bêdeng bimînin. Ên ku bi darbeyê şaredariyên me desteser kirin bila dilê xwe xweş nekin, em qeyûmê nas nakin. Em darbeya AKP’ê nas nakin. Desteserkirina vîna gel, şaredariyan zilm e. Em jî û gel jî em qeyûman nas nakin. Em dibînin rewş çi qasî hêwilnak e. Rêveberên Tirkiyê vê nabînin, gav bi gav welêt ber bi bobelatê ve dibin. Welêt ber bi parçebûnê ve dibin. Gelê me dibêjin, çima hûn hê jî li Enqerê ne? Qutbûna hîsî çêbû.’’

 ‘CEMAETÊ JÎ ÊRÎŞ KIRIBÛ, ÇI BÛ?’’

Tûncel got, şaredarî desteser kirin û kirin qereqol û wiha berdewam kir:

‘’Televizyon, rojname, tekane ajansa jinan a li Tirkiyê digirin, tekane rojnameya bi Kurdî ya li welêt digirin. Li dijî darbeya AKP’ê em ê qadan vala nehêlin, êdî Kurd tenê li tiştekî difikirin; ji bo hebûna xwe biparêzin û azadiya xwe pêk bînin, rêxistin. Ti şerm û fedî li cem wî qeyûmî nîn e ku vîna gel tine dihesibîne û rûdine. Bêrû ne, fedî nakin ku diçin li wir rûdinin. Beriya niha jî cimetê êrîşî Kurdan dikir. Lê em niha li vir in. Li rewşa cimetê binerin..’’

‘HER ROJ SAET 11.00’AN EM Ê BICIVIN’

Em darbekar û darbeyan nas dikin. Dawiya hemû darbekaran weke hev e. Dema ku Kenan Evren mir jî gel nifir lê kirin. Em ê li dijî darbeyê dengê xwe derxînin. Her roj saet 11.00-13.00’an em ê li ber şaredariyê werin cem hev. Her roj rêveberên me yên partiyê digirin. Lê em ne tevgereke wiha ne ku ji rêveberan pêk tên. Em tevgera gel in. Em ê biçin hevaline dî wê werin.’’