TUHAD-FED: Girtiyan li nexweşxaneyan tenê nehêlin

TUHAD-FED: Girtiyan li nexweşxaneyan tenê nehêlin

Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi awayê "Çalakî gihiştiye armanca xwe, zû dawî li çalakiyê binîn" girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ew banga Ocalan esas digirin û dawî li çalakiyê tînin. Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, jî bang li hemû gelê kurd kir û xwest li ber nexweşxaneyan di pêvajoya dermankirina hevalên wan ê girtî de girtiyan li nexweşxaneyan bi tenê nehêlin.

Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk anî û der barê çalakiya greva birçîbûnê ku 68 rojin berdewam dike de, banga "Çalakî gihiştiye armanca xwe zû dest ji çalakiya greva birçûbûnê berdin" kir, girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê daxuyanî dan û diyar kir ku ew dawî li çalakiya xwe tînin.

Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker jî daxuyaniyek nivîskî da. Teker, da zanîn ku ew jî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li ser vê yekê di roja 68'an de berdana çalakiyê watedar dibînin. Terek, destnîşan kir ku dê bi tevlîbûna 9 komele û 2 nûnertiyan li gel rêveberên BDP'ê û Komîsyonên Şopandina Girtîgehan, li cem girtiyên ku biçin nexweşxaneyê cih bigirin û tenduristiya wan bişopînin. Teker, bang li gelê kurd kir û wiha got:

"Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li bajar û navçeyên ku rêxistinên BDP'ê lê hene, li gel komîsyon û rêveberan biçin ber nexweşxaneyan û li girtiyan xwedî derkevin û wan bi tenê nehêlin. Em ji gelê xwe dixwazin ku heta hevalên me li nexweşxaneyan tên dermankirin wan bi tenê nehêlin. Ji ber ku berê jî gelek girtiyên ketibûn grevê ji ber dermankirina şaş seqet man û jiyana xwe ji dest dan."