Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, diyar kir ku ger bi zorê mudaxaleyî girtiyan bikin dê encama wê pir giran be û kes nikare hesabê wê bidin. Tugluk, anî ziman ku mudaxaleya girtiyan dê bi xwe re komkujiyê pêk bîne û ev yek dê di dîroka kurdan de rûpelek din a komkujiyê veke. Tugluk, bang li hemû gelê kurd kir û xwest her kes bibin mertal û biherikin ber girtîgehan.
Parlamentera Serbixwe ya Wanê û Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, ku ji bo piştgiriyê bide çalakiya gireva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê li avahiya KCD'ê ketiye greva birçibûnê daxuyaniyên hikûmetê û Serokwezîr Erdogan ên mudaxaleyê rexne kir û hikûmet hişyar kir.
Tugluk, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê 66 rojin berdewam dike û her gav û wext dibe ku agahiya mirinê ji girtîgehan derkeve. Tugluk, anî ziman ku daxwazên girtiyan û biryara girtiyan diyare û divê êdî hikûmet gavên çareseriyê bavêje. Tugluk, daxuyaniyên mudaxaleyê jî bi zimanekî hişk rexnek kir û diyar kir ku ger mudaxale bê kirin dê komkujî pêk bê û kes dê nikaribe hesabê vê yekê bide.
Tugluk, xwest ne liser mudaxaleyê li ser daxawzên girtiyan gavê çareseriyê bên avêtin û daxwazên Azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan û azadiya zimanê zikmakî bê parastin. Tugluk, destnîşan kir ku êdî di demek pir krîtîk de derbas dibin û wiha got: "Pispor dibêjin êdî sînorê krîtîk derbas bûye. Ji ber vê yekê divê AKP daxwazên girtiyan pêk bîne. Divê rastî neyên berovajîkirin û raste rast bê dîtin. Divê bûyerên 19'ê Kanûna 2000'an û pratîkên din jî li ber çavan bên girtin. Ger ku mudaxale bê kirin dê komkujî pêk bê. Wê demê AKP nikare bi bin hesapê vê yekê derkeve."
Tugluk, da zanîn ku ger ku mudaxale bê kirin dê encama wê pir giran be û ev yek dê bibe sedema qetîna gelê kurd û tirk. Tugluk, xwest kes nekeve nava vê hewldanê.
Tugluk, bang li her kesan kir û xwest li hemberî her mudaxaleyê bibin mertal û lehî û biherikin ber girtîgehan.