TŞYG: Li Pulurê 4 tîmên taybet hatin kuştin
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) çalakiya duh a li navçeya Dersîm Pulurê girt ser xwe.
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) çalakiya duh a li navçeya Dersîm Pulurê girt ser xwe.
Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) li ser çalakiya sabotajê ya duh a li navçeya Dersîm Pulurê, daxuyaniyeke weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, roja 13'ê Hezîranê saet di 15:30 de li hemberî Lojmanên Dozgerî û Polîsên Tîmên Taybet hêzên TŞYG'ê çalakiyeke sabotajê pêk anîn e.
Fermandariyê da zanîn, di encama vê çalakiyê de 4 tîmên taybet hatine kuştin û gelek birîndar bûne.
Daxuyaniya Fermandariya Hevpar wiha ye:
“13’ê Hezîranê danê nîvro saet 15.30’an li hemberî Lojmanên Dozgerî û Polîsên Tîmên Taybet hêzên me çalakiyeke berfireh a sabotajê pêk anîn e. Dema çalakiyê de qasî bi çav hate dîtin 4 tîmên taybet mirin, gelek jî birîndar bûn. Ji ber bandora xurt a çalakiyê xisareke mezin li lojmanan bûye. Ev çalakiya li dijî faşîzma Tirk hatiye kirin, ji bo bîranîna Baran Dersîm û hevrêyên me yên li Pulurê şehîd ketin, hatiye lidarxistin."