Togrûl: Ji ber ku me hebûna DAIŞ'ê ya li Dîlokê anî rojevê, helwest li dijî me nîşan dan

Wekîlê Dîlokê yê HDP’ê Mahmût Togrûl têkildarî komkujiya DAIŞ’ê ya ku li dawleteke Kurdan pêk anî, agahiyên dawî ji ANF’ê re vegot.

Togrûl diyar kir, hejmara miriyan bûye 51 û wiha pê de çû, "Li hêlekê xebatên otopsiyê yên cenazeyan têne kirin. Li gorî agahiyên ku dane me, xebatên otopsiyê yên 41 kesî qediyane. Piraniya kesên ku jiyana xwe ji dest dane zarok in û ji ber ku nasnameya wan ne li ser wan e, di diyarbûna nasnameya wan de problem hene. Malbat dibêjin zarokên wan winda ne lê cenazeyan jî nabînin."

Togrûl da xuyakirin, ku wan ji saziyên dewletê lîsteya birîndar û miriyan xwestine lê lîste nedana wan û wiha got, "Me ji wan re got, madem otopsiya 41 cenazeyan qediya ye, lîsteyê bidine me. Malbat bi vî awayî bi hêsanî wê cenazê xwe bibin. Lê di vê mijarê de jî em bersiveke erênî ji xwe re nabînin.’’

Togrûl got, piştî komkujiyê li ber nexweşxaneyên Ersîn û Yaşamê komên cîhadîst bi paçikên xwe li hev kom bûne û wiha dewam kir, "Gotine Kurdan êrîş anîne. Di ser vê re komên cîhadîst li hin deveran kom bûne. Lê piştî demeke kurt ev kom belav bûn."

Togrûl anı ziman, civak pir tê dubendîkirin û got, "Gelek caran der barê rêxistinbûna DAIŞ’ê de me pêşniyarname dane, me xwest ji rayedaran re ragihînin. Lê qet guh nedan van hişyarîdayinên me. Bersiv nedan pirsnameyên me jî. Ji ber ku pêşî lê nehate girtin li Dîlokê ev komkujî pêk hat. Bi ser de bi gotina, hûn zêde bi ser rêxistinbûyîna DAIŞ’ê de diçin, rayedarên weke walitiy Dîlokê li hemberî me ketin nav helwestekê. Gotin, hûn navê Dîlokê di raya giştî de dilewitînin. Em bisûcdariyên wiha re hevrû bûn. Dema ku me pêşniyarnameya lêkolînê da, wekîlên Dîlokê bi yek zimanî heman tişt ji min re gotibûn. Min got, 'ev tişta ku hûn dikin ne rast e, hûn ê bibînin ku ne rast e, pir taloke ye ku mirov bi DAIŞ’ê re têkeve heman çiwalî' dema ku min wiha gotî, bersivên ku mirov jê fedî dike dan. Lê xwezî em rast derneketana."

Togrûl diyar kir, mirov li cihê cenaze jî bi fikar in û wiha dom kir, "Hêwirzeyeke giran heye lê fikar jî hene. Êdî sê çar mirov nema diwêrin werin cem hev. Êdî mirov nizane ku li avahiya lê dijîn kî heye. Her kes ji her kesî ditirse."