'Tiştek nîne ku AKP ji bo desthilatdariya xwe neke'
Endamên Dîwana Edaletê ya KCK'ê Zaman Zervan û Şoreş Şankan gotin, "AKP a xwedî mejîyekî yekparêziyê ye, hebûna HDP'ê ya li Meclîsê ji xwe re xetere dibîne."
Endamên Dîwana Edaletê ya KCK'ê Zaman Zervan û Şoreş Şankan gotin, "AKP a xwedî mejîyekî yekparêziyê ye, hebûna HDP'ê ya li Meclîsê ji xwe re xetere dibîne."
Endamên Dîwana Edaletê ya KCK'ê Zamanî Zervan û Şoreş Şankan dan xuyakirin, ku eniya demokrasiyê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi ser ketin, AKP ji bo ji nû ve desthilatdariya xwe bi dest bixe, bi pêşengiya Erdogan li hemberî gelê Kurd komkujiyên mezin pêk anî. Zervan got, "AKP a xwedî mejiyê yekparêziyê ye, HDP a cihêrengî û yekîtiyê esas digire ji bo xwe xetere dît, ku di Meclîsê de cih bigire."
Endamê Dîwana Edaletê ya KCK'ê Zamanî Zervan ji ANF'ê re peyivî û got, "AKP a ku nikarî tehemûlî serketina eniya demokrasiyê bike, ji bo Tirkiyeyê bixe nava kaoseke mezin serî li rê û rêbazan da. Ji ber ku Meclîsa xwedî mafê gotina her derdorên demokratîk li dijî berjewendiyên xwe dît, ji bo rakirina vê serketinê gelek lîstik lîst. AKP a xwedî mejiyê yekparêziyê ye, HDP a cihêrengî û yekîtiyê esas digire ji bo xwe xetere dît, ku di Meclîsê de cih bigire. Ji bo hemû hêzên demokratîk ê li hemberî xwe xetere dibîne ji holê rake, komkujiyên mîna Pirsûs û Enqereyê pêk anî. Polîs û leşker di oxira berjewendiyên AKP'ê de dikarin her kesî bigirin.
Li Enqereyê, hemû hêzên demokratîk ji ber ku bûn yek, hedef hatin girtin. Ev yek jî ji bo AKP'e gefek bû. Ev hevgirtin, ji DAIŞ'ê zêdetir ji bo AKP'ê gefeke mezin e. Ji xwe AKP vê yekê her roj bi awayekî vekirî dibêje û li hemberî derdorên demokratîk êrîşan pêk tîne. Li Enqereyê ev rewş derket asteke bilindtir. AKP a ku ti qanûnan nas nake, tiştek nîne ku ji bo desthilatdariya xwe neke.
Bersiva herî mezin a gelê me ya li hemberî vê yekê, wê bi bilindkirina berxwedanê li her derê, bi xwedîderketina li vîna xwe, bide. Bi çûyîna ser sindoqan, bi xwedîderketina li dengê xwe, wê bersiva herî mezin bide AKP'ê. Bi serketina HDP'ê re wê pêşeroja gelên Tirkiyeyê bêhtir demokratîk, azad û aram be. Ev yek jî bi yekîtiya hêza gelan dibe."
'HER TIŞT JI ALIYÊ QANÛN Û POLÎSÊN QESRÊ VE TÊ BIRÊVEBIRIN'
Enadmê Dîwana Edaletê ya KCK'ê Şoreş Şankan jî diyar kir ku her tişt û her kes îro ji bo berjewendiyên Erdogan yanî berjewendiyên qesrê tên qurbankirin û got, "Piştî ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de HDP'ê serketineke mezin bi dest xist, rûyê rast ê AKP'ê derket holê. Li hemberî vê yekê, vîna gelan tine hat hesibandin û Tirkiye xistin nava pêvajoya hilbijartineke pêşwext. Her gava AKP'ê di vê demê de avêt qanûnî nîne. Erdogan weke nûnerê herî mezin ê AKP'ê îro daye dû dendan. Qesrê hemû qanûnên heyî binpê kiriye. Qanûnên qesrê di meriyetê de ne. AKP'ê piştî hilbijartinê darbeya siyasî kiriye. Çawa ku di salên 90'î de li Kurdistanê êrîşeke mezin li hemberî gelê kurd hat kirin, îro jî artêşa Erdogan heman êrîşê dike. Girîng e gelê me li hemberî van êrîşan berxwedana xwe mezin bike û qanûnên xwe, sîstema xwe bixe meriyetê. Dewlet bi awayekî ne rewa bi roja mafya êrîşî gel dike. Pêwîste gelê me saziyên xwe ava bike. Li ser bingeha Xweseriya Demokratîk saziyên xwe yên edaletê ava bike. Divê pirsgirêkên çareser bike. Bi vî rengî wê Xweseriya demokratîk bikeve meriyetê."