Duh (15’ê gulanê) Tîma Kurdistanê ya fûtbol a Herêma Kurdistana, di yekemîn lîstoka xwe ya kûpaya Filistînê ya Navneteweyî de li hemberî Morîtanyayê 3 bi 1 bi ser ket. Di leystokê de ala Herêma Kurdistanê hat bilindkirin.
Yekitiya Fûtbolê ya Herêma Kurdistanê li ser daxwaza Yekitiya Fûtbolê ya Filistînê beşdarî kûpaya Filistînê ya Navneteweyî bû. Tîma Kurdistanê ya Herêma Kurdistanê di leystoka xwe ya yekemîn de li hemberî Morîtanyayê leyîst û 3 bi 1 golan bi ser ket. Di leyîstoka duwemîn de dê Herêma Kurdistanê li hemberî Endonezyayê bileyîze.
Herêma Kurdistanê dê di Kûpaya VIVA ya ku di 6’ê cotmeha 2012’ê de dest pê dike de, li hemberî Qibrisa Bakûr (Qibrisa Tirkan) bileyîze. Kûpaya VIVA ji aliyê neteweyên ku otomon in û serxwebûna wan bi fermî nehatine naskirin beşdar dibin û ji aliyê NY’yê ve tê amadekirin.