Hat ragihandin ku şewata di encama çalakiya sabatajê ya gerîlayên HPG’ê de bi lûleya petrolê ya Kerkûk-Yûmûrtalikê ket de, hê jî berdewam dike.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, demjimêr di 22.30’an de di xeta lûleya petrolê ya di navbera bajarokên Gelînkaya û Sogutluyê ya navçeya Midyada Mêrdînê de teqînek mezin rû da. Di encama teqînê de agirek mezin derket. Hat diyarkirin ku pêta agir ji 50 kîlometreyî dûr tê dîtin.
Hat ragihandin ku, gelek îtfaye şandine herêmê, her wiha li gorî agahiyên hatine bi giştî veguhestina petrol di lûleyê de hatiye rawestandin.
Lê hat diyarkirin ku şewat pir mezin bûye. Hat ragihandin ku şewat berdewam dike û ji bilî peywirdaran nahêlin tu kes nêzîkê herêmê bibin.