2'mîn Mihrîcana Belgesel û Filman ya ji aliyê Şaredariya Peyasê û Navenda Çand û Ciwanan ya Cegerxwînê ve hate amadekirin dê di 19'ê Gulanê de bi resepsiyonekê deriyê xwe li temaşevanên xwe veke. 34 filmên belgesel dê diyarî 34 kesên di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan bê kirin.
2'mîn Mihrîcana Belgesel û Filman ya ji aliyê Şaredariya Peyasê û Navenda Çand û Ciwanan ya Cegerxwînê ve hate amadekirin di 19'ê Gulanê de bi resepsiyonekê destpê dike. Di meşa pêşbirgê ya 2'mîn mihrîcanê de 62 film beşdar bûn. Direktorê Mihrîcanê Îlham Bakir, diyar kir ku juriya mihrîcanê di navbera 28'ê nisan û 6'ê gulanê de li hev kom bûn û di beşa belgefilman de 62 film nirxandin. Bakir, da zanîn ku ji van filman 18 film ji bo beşa pêşbirgê hilbijartin. Bakir, da zanîn ku di çarçoveya mihrîcanê de dê 34 film bên pêşandan û wiha got: "Em dê 34 filmên belgesel diyarî 34 kesên di 28'ê kanûna 2011'an de li Roboskiyê hatin qetilkirin bikin. Atoleyên mihrîcana filman dê di 17'ê gulanê de destpê bike. Li atolyeya Cegerxwîn dê li ser çêkirina filmên belgesel, kamera, proje û amûrên film bên rawestandin. Pirsên li ser belgefilman bên bersivandin."