Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakê ya Şaredariya Mezin a Amedê di meha Remezanê de li seranserê bajar li çar cihên cuda konê fitarê vedike.
Şaredariya Mezin ji bo welatiyên ku derfetên wan yên firatarê tune be, welatiyê dema rê de be derfetên wan yên fitarê tunebe, li seranserê bajar konê fitarê vedike. Li Deriyê Çiyê, Li Mizgefta Mezin, Qada Batikentê û Zanîngeha Dîcleyê dê konê fitarê vebike. Rojane hezar û 700 kes dê fitara xwe li konan vebike. Bi vî awayî di meha Remezanê de bi giştî dê 51 hezar kes ji vê xwarinê fêdeyê bigire.
HÛN JÎ DIKARIN XWARINA FITARÊ BIDIN
Şaredariya Mezin ji bo welatiyên ku dixwazin alîkariyê bidin formulek pêk anî. Welatiyên ku bixwazin di vê mehê de alîkariyê bidin dikare serî li Şaredariya Mezin bide û xwarina fitarê bide . Kesên bixwazin xwarina fitarê bidin dikarin bi vê hejmarên Telefonê 0412 226 21 60 û 532 597 44 05 xwe bigihîhin Midûrê Şaxa Alîkairya Civakê ya Şaredariya Mezin Azad Sumerkan.