Şaredariya Farqînê ji bo tenduristiya gel mesayiyê nas nake

Şaredariya Farqînê ji bo tenduristiya gel mesayiyê nas nake

Şaredariya Farqînê ya Amedê li sûka herî kevn ya navçeyê Sûka Xwarê ku ev 15 sale kanalîzasyona wê teqiyayê nehatibû tamîkririn, çêkir.

Şaredariya Farqînê xebatên xwe bê navber dimeşîne. Li taxa Selahattîn ku ev 15 sale pirsgirêkên esanafan û kanalîzyonê dihatin jiyîn, ji aliyê şaredariyê ve hate çareser kirin. Esnafê sûkê Salîh Gul der bare mijarê de nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku ev 16 sale ev pirsgirêk dijîn û ji ber xebatên şaredariya Farqînê jî kêfxweşiya xwe anîn ziman. Gul wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi salane ez li vir esnafim. Dukan amin heye. Ev 16 sale em vê pirsgirêkê dijîn. Me pirsgirêkên xwe ji şaredariyê re got. Roja înê ligel ku mesayî qedyabû jî şaredarê me ekîbên girêdayê Karê Fenê şande sûkê. Wan jî bi kepçeyê kolandinên hewce kirin. Şebekeya rizyayî ya 16 sal berê hatibû kirin ji cihê wê hate rakirin û li şûna wê boriyên nû yên plastik yên firehtri bi cih kirin. Pirsgirêka me çareser kirin. Em spasiya xwe pêşkêşî wan dikin.”

Şaredarê Farqînê yê BDP’ê Fadil Erdede hate cihê bûyerê û got ku ew girîngiyê didin tenduristiya gelû wiha got: “Esnafên me yên vir ji me re pirsgirêka xwe vegotin.Dema mijar tenduristî be em her tiştî didin pişt û wê didin pêş. Ligel ku êvar bû jî personelê me yê fedekar bêyî ku xwarinê bixwe, xebata xwe meşadin.

Heta ku xebat neqedandin, ji vir neçûn. Gelê me layîqê xizmeta herî baş e. jib o ku em layîqê gelê xwe bin em dê bi şev û roj bixebitin.”