Şaredarê Yenîşehîrê çû serdana astengdêran

Şaredarê Yenîşehîrê çû serdana astengdêran

Şaredarê navçeya Yenîşehîra Amedê Selîm Kurbanoglu bi mebesta Hefteya Astengdêrên çû serdana komeleyên astengdêran. Kurbanoglu di serdana xwe de soz da ku dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên astengdêran çi ji destê wan bê bikin.

Şaredar Kurbanoglu û endamên Meclîsa Şaredariyê çûn serda Komeleya Astengdêrên Bedenê û Komeleya 6 Noqte ya Astengdêrên Dîtininê.

Kurbanoglu li vir qurnefîl li astengdêran belav kir û soz da ku êdî ew ê ji bo welatiyên astengdêr bikarin jiyana xwe ya rojane pêk bînin cihên tên çêkirin li gor wan çêbikin.

Kurbanoglu, di berdewamê de ji ber ku astengdêr tenê li Hefteya Astengdêran tên bibîranîn bertek nîşan da û da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatiyên astengdêr wekî şeredarî wan hin xebat amade kirine.

Kurbanoglu gotinên xwe wiha rêz kir: “Me ji bo pirsgirêkên wan bên tespîtkirin û çareserkirin di Meclîsa Şaredariyê de Komîsyona Astengdêrên ava kir. Em hemû peyareyan li gor welatiyên astengdêr jî çêdikin.”