Şaredarê Pîranê Mustafa Uyguner ê ku di çarçoveya lêpirsîna bi navê "KCK'ê" hate binçavkirin bû îdîaya "Endamê rêxistinê ye hate girtin.
Şaredarê Pîranê Mustafa Uyguner serê sibê li navenda navçeyê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve dihate meşandin hate binçavkirin û nîvro derxistin Edliyeya Pîranê û piştî îfadeyên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Uyguner piştî îfadeyên dadger bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hate girtin. Uyguner, biryara girtinê bi çepikan şermezar kir. Girseya li ber edliyeyê girtina Uyguner bi çepik û sloganan şermezar kir.
Di çarçoveya heman lêpirsînê de berê jî 10 kes hatibûn girtin