Şaredarê Pîranê Mustafa Uyguner li navenda sûkê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Şaredarê Pîranê Mustafa Uyguner hat binçavkirin. Hat hînbûn ku di çarçoveya operasyona 4'ê Tîrmehê li Pîranê di bin navê KCK'ê de biryara binçavkirina Uyguner hatiye girtin. Uygunerê ku ji ber ne li malê de nehatibû binçavkirin vê şeveqê li navenda sûkê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Tevî ku parêzerên Uyguner duh bi dozger re hevdîtin pêk anîn, ji dozgeriyê re gotin Uyguner li navçeyê û dozger jî bersiva em ê sibê gazî bikin daye jî Uyguner ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û birin midûriyeta polîsan a navçeyê.
10 KES HATIBÛN GIRTIN
4'ê Tîrmehê li navçeya Pîranê di serdegirtina malan de 21 kes hatibûn binçavkirin û ji yên hatin binçavkirin Serokê BDP'a navçeyê Cemal A. Sert, Recep Yilmaz û Mustafa Oztutuş, Zulfiye Kîşmîr, Necbetttîn Aykutbay, Feyza Arikan, Recep Ateşmen, Zulfu Eroglu, Mehmet Akgunduz û Îbrahîm Koktay bi îdîaya "endamên rêxistinê ne", "propagandaya rêxistinê kirine" û "pesnê sûc û sûdar dane" hatibûn girtin.