Tevkariya li Sûrê dewam dike

Di roja sêzdemîn a rojiya meha Remezanê de rêveberên navçeya Sûrê fitara xwe bi xelkên gundê Palûkê yê girêdayî navçeya Sûrê re vekirin.

Di roja sêzdemîn a rojiya meha Remezanê de rêveberên navçeya Sûrê fitara xwe bi xelkên gundê Palûkê yê girêdayî navçeya Sûrê re vekirin. 

Xwarina fitarê ya ku ji aliyê şaredariya Sûrê ve hate amadekirin, li gundê Palûkê hat xwarin. Xelkê gund bi malbatî tevlî li fitarê bû û cihekî taybet ji bo zarokan hat veqetandin. 

Di vê xwarina fitarê de rêveberên HDP û DBP ên Amedê, hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barût, wekîlê hevşaredarên Sûrê Îzettîn Candan, parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp, alîkarê hevşaredaran M. Alî Altinkaynak, endamên Meclîsa Sûrê û xelkên Palûkê amade bûn.

Beriya Fitarê hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barût û parlamenter Sîbel Yîgîtalp bi kurtî axivîn û bi xêrhatina mêvanan kirin. Qisekeran ji beşdaran qala girîngiya hevkariyê di van rojên dijwar de kirin. 

Ji aliyekî din ve tevkariya bi xelkên Sûrê re yên ku neçar man ji cih û warên xwe bibin jî dewam dike. Ji aliyekî ve pakêtên xurekan ên bi alîkariya gelê me tên berhevkirin li gel tên belavkirin, li aliyê din bi rêya bankaya cilan a şaredariyê tevkariya di warê cil û bergan de dewam dike.

...