Tevkariya bi Sûrê re dewam dike
Şaredariya Sûrê tevkariya xwe ya bi xelkên navçeyê re yên neçar man malên xwe biterikînin dewam dike.
Şaredariya Sûrê tevkariya xwe ya bi xelkên navçeyê re yên neçar man malên xwe biterikînin dewam dike.
Şaredariya Sûrê tevkariya xwe ya bi xelkên navçeyê re yên neçar man malên xwe biterikînin dewam dike.
Der barê van xebatan de Alîkara Hevserokên Sûrê Bahar Yildirim da xuyakirin ku xebatên ji bo hevkariya bi xelkên 6 taxên Sûrê yên neçar bûn malên xwe biterkînin re bi alîkariya şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re berdewam dike.
Yildirim diyar kir, ji nifûsa xelkên li wan şeş taxên qedexekirî û taxên din ên neçar bûn koç bibin bi qasî 100 hezar kes li taxên din ên bajêr bicih bûne. Her wiha bi vegerê xelkên navçeyê re ev hejmar dem bi dem li gorî hejmara kesên ji bo alîkariya serî li şaredariyê didin tê rojanekirin.
Yildirim di dewamiya axaftina xwe de got: "Ev malbatên ji bo tevkariyê serî li şaredariya me didin, pêşî em qeyda wan li ba xwe çêdikin û paşê em serî li wan didin. Bi hevkariya şaredariya bajarê mezin, saziyên sivîl û hin kesên dilsoz em li gorî îmkanên xwe hewl didin bibin bersiv ji bo hemû hewcedariyên malbatên xwe.
Em dem bi dem palêtên alîkariyê yên madeyên xurekan digihînin van malbatên xwe. Her wiha kesên hewcedariya wan bi cil û bergan jî heye dikarin serî li saziya me ya 'Bankaya Cilan' a ku xebatên xwe di bin banê şaredariya me de dimeşîne bidin û alîkariyê werbigirin. Malbatên qeyda xwe çênekirine jî dikarin serî li şaredariyê bidin ji bo ku navên xwe tomar bikin.
Ji aliyekî din ve jî bi boneya meha Remezanê ya pîroz dîsa bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rojane xwarina fitarê ji derdora 3 hezar mirovan re tê pêşkêşkirin."