Tevgera leşkerî dewam dike

Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk bê navber dewam dike.

Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk bê navber dewam dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku liv û tevgera leşkerî ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike.

HPG'ê li ser mijarê ev agahî da:

"Di nava 3 rojên dawî de, saet di navbera 22:00 ê şevê û 04:00 ê ber destê sibehê de, balafirên bê mirov ên keşfê yên artêşa TC a dagirker li qadên Heftanîn û Xantûr ên Herêmên Parastinê yên Medyayê, tev geriyan. Ev tevgera hewayî li Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde dibe. Li gorî vê yekê;

Ji 16'ê Sibatê saet di 20:00 heta 17'ê Sibatê (îro) saet di 01:00 de, balafirên bê mirov ên keşfê li ser herêma Zapê keşif kirin.

Di 17'ê Sibatê (îro) saet di navbera 01:00 - 03:00 de li qada Metîna balafirên şer di nava tevgerê de bûn."