Tevgera Goran, têkildarî êrîşên qirkirna siyasî ya li ser Hevserokên Giştî yên HDP’ê û parlementeran daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Em heta dawiyê piştgirî didin berxwedana gelê Bakurê Kurdistan û HDP’ê. Em girtina Hevserokên HDP’ê ya ji aliyê AKP’ê ve bi zimanekî tund şermezar dikin. Ev êrîşên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin tê wateya hemû rê û rêbazên çareseriya pirsgirêka Kurd ji holê bên rakirine. Di vê rewşê de ti wateya parlementoyê nemaye.”
'DIVÊ TI KES BÊDNEG NEMÎNIN’
Bi van girtina, Erdogan dixwaze siyaseta xwe ya faşîst dewam bike û bi temamî bike serwer. AKP’ê bi van êrîşên li ser HDP’ê da nîşanadan ku patiyekî faşîst û nîşatperest e.Em weke Tevgera Goran, heta dawiyê piştgiriyê didin berxwedana gelê Bakurê Kurdistan û HDP’ê ne. Ji bo vê hêviya me ji hêzên navneteweyî û raya demokratîk ew e; li dijî vê pêkanînên faşîst bêdeng nemînin. Divê hikûmeta AKP’ê, ji hevserokên HDP’ê,parlementer û gelê Bakurê Kurdistanê lêborînê bixwaze.”