Li bajarê Silêmaniyê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê daxuyaniyekî çapemeniyê da û got; "Binçavkirian 11 Parlementerên HDP'ê, bi taybet Hevserokên Giştî yên HDP'ê rastiyeke ku Hikûmeta AKP'ê şerekî taybet dijî gelê Kurd ragihandiye."
Daxuyaniya Tevgera Azadî wiha dewam dike; "Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk yên li ser gel û Parlementerên Kurd, di seat 16:00’ê êvarê de em hemû gelê xwe dawetî Baxçeyê Giştî yê Silêmaniyê dikin. Pêwîste gelê me nerazîbûneki mezin beşdariya xwe çêbike."
Tevgera Azadî wiha got: "Dem ke ku dewleta Tirk kiryarên xwe li ser demokrasiyê destpê kiriye, bi girtina sedan kesayetên siyasî û demokratîkxwaz heta girtina dehan rojname û qenalên ji bo doza Kurdî pêş bêxin, hatin girtin. Dengê azadîxwaz, vîna gelan û mafê mirovan binpê dikin. Bi vê ve girêdayi girtina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli plana êrişên li ser gelê berxwedanvan gelê Bakurê Kurdistanê êrîşên xwe mezintir kirin."
Daxuyaniya Tevgera Azadî hat diyar kirin ku binçavkirina Hevserokên Giştî yên HDP'ê û 9 parlementeran şerekî mezin radigihine li Bakûrê Kurdistanê. Ev ji dide nişandan ku dewleta Tirk li Rojava û Başûrê Kurdistanê têk çûye. Nerazîbûnen diji ‘Kalkana Firat’ li xaka Rojavayê Kurdistanê û bi taybet Mûsilê zêde bûn. Di heman demê de raya giştî da diyarkirin dewleta Tirk tevlî operasyona Reqa û Mûsilê bi çi şêweyekî nabe. Ev hemû êrîşên ku dewleta Tirk li diji gelê Kurd dike encamên van dide diyarkirin. Bi girtina TV, rojname, radyo û govaran dixwaze dengê gel bigre.
Di dawiya daxuyaniyê de Tevgera Azadî bang li hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir û wiha anî ziman: "Gelê Başûrê Kurdistan û hemû aliyên siyasî, rêxistinên sivil yên Başûrê Kurdistanê pêwîste li dijî van êrîşan bê deng nemîn in. Êrişên li ser Bakûrê Kurdistanê dijî îradeya hemû parçeyên Kurdistanê ye. Ji ber wê Pêwîste gelê me bi yek dengî nerazîbûn nişanî van êrîşan bike. Pêwîste helwestekî yekgirtî dijî van êrişan bê dayîn. Ji niha ve dem ne demê axaftinê ye, dem dema berxwedanê ye, îro erkê me yê bingehin eve."