Di derbarê bûyerên dawî yên piştî derbasbûna komên çekdar a bajarê Serêkaniyê de, Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk daxuyaniyek da. TEV-DEm'ê ragihand ku bi 8'ê Mijdarê re li Rojavayê Kurdistanê pêvajoyeke nû dest pê kiriye û hişyarî da ku eger komên çekdar ji Serêkaniyê dernekevin wê bibin sedema şerekî mezin li herêmên kurdan.
TEV-DEM di daxuyaniya xwe de balê dikşîne ser girîngiya parastina yekîtiya xaka Sûriye û jiyana bi hev re ya gelên Kurd, Ereb, ASûriye, Suryan, Ermenî, Çeçan û got, xurtkirina têkiliya di navbera van gelan de wê bibe hîmê avakirina civaka demokratîk.
Desteya Rêveber a Tev-dem'ê bi bîr xist ku ji destpêkê ve helwesta wan a li hemberî şoreşê, pêşxistina têkoşîna aştiyane bû û weha dewam kir:
"Me di destpêka şoreşê de, li ser hîmê têkoşîna siyasî û aştiyane helwesta xwe pêş xist. Îro jî em bi biryar in vê têkoşîna xwe bidomînin. Em bi ti awayî naxwazin hêzên derve mudaxeleyî Sûriye bikin û di heman demê de jî emê qebûl nekin komên çekdar li herêmên me bi cih bibin."
TEV-DEmê hişyarî da ku komên çekdar ên ji aliyê Tirkiyê ve derbasî herêmên Kurdan dibin wê zerareke mezin bidin destketiyên gelê Kurd û di dawiyê de ev ragihand:
"Rêjîma Tirk a ku bi ti awayî hebûna gelê Kurd qebûl nake, niha rê dide ku komên çekdar li deverên Rojava bicih bibin. Ev mudaxele tê wateya binpêkirina îradeya gelê me. Em bang li wan derdoran dikin ku di zûtirîn dem de destê xwe ji herêmên me bikşînin. Di heman demê de em ji hemû gelê xwe yê welatparêz dixwazin li hemberî hewldanên pêşxistina şer hişyar be û bi xurtkirina yekîtiyê li nirx û destketiyên xwe xwedî derkeve."