TEV-DEM: Tu hêzên pêşmerge derbasî Rojava nebûne

TEV-DEM: Tu hêzên pêşmerge derbasî Rojava nebûne

Yek ji endamên Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) îdîayên ku dibêjin “650” pêşmerge derbasî Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê bûne derewand û diyar kir ku tu hêzên pêşmerge sînor derbas nekirine û van îdîayan ji binî ve derewand.

Yek endamên Rêveberiya TEV-DEM’ê ku navê xwe aşkere nekir ji ANF’ê re ragihand ku îdîayên ku dibêjin pêşmerge derbasî Rojava bûne ne rast in û van îdîayan ji binî ve derewand.

Hêjayê gotinê ye ku bi taybet hin saziyên çapemeniya Başûrê Kurdistanê û Iraqê de nûçeyek hatibû belavkirin û hatibû diyarkirin ku hêzên pêşmerge derbasî Rojava bûne.