Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demorkratîk(TEV-DEM) têkildarî binçavkirina hevserokên HDP`ê û parlementerên HDP`ê daxuyaniyek nivîskî weşad.
Daxuyanî wiha ye:
“Dewleta Tirkiyê 11 parlementerên HDP`ê ku di nava wan de hevserokên Giştî ya HDP`ê jî hene, duh bi şev bin çav kirin. Bi vê binçavkirinê, qirkirina siyasî ya li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasî gihîştiye pêvajoyeke nû û gelek metirsîdar.
Dewleta Tirk û taybet desthildariya AKP`ê bidawîkirina pêvajoya aştî ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin qedan û hêvî çareseriyê qut kir. Piştî wê pavajoyek nû ya êrişan li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasî da dest pê kirin. Dewleta Tirk siyaseta tecrîdê li dijî Rêvberê Gelê Kurdistanê ji bihara 2015`an dest pê kir û heta niha siyaseta xwe didomîne. Nepejrandina Erdogan ji encamên hilbijartinên 6 Hezîranê re û careke din hilbijartin dubare kir. Ew jî bi armanca nederbaskirina HDP`ê ji parlamentoyê Tirkiyeyê bû. Lê, AKP`ê neghîşt ti encaman, piştre jî roj bi roj siyaseta faşîst li dijî gelê Kurd û sazî û siyasetmedarên wê, pêkanîna komkujiyan li Cizîra Botan, Nisêbîn û Amedê, êrîşên li ser siyasetmedarên Kurd ev hemû bi armanca bingeha girtina siyasetmedaran û parlementaran ava kir. Her wiha hemû dezgehên çapemeniyên ên azad û demokrasiyê bêdeng kirin.
Ev siyaset têk çûye û her roj siyasetên qirkirinê li dijî gelê Kurd û hêzên demokratîk bi pêş dixe. Ev yek jî bi riya dîlgirtinên siyestmedaran, dezgehên çapemenî, pêkanîna komkujiyan li bajarên Kurdan û girtina parêzeran xiste meriyetê. Armanca wan ji van kiryaran ew bû ku vîna gelê azad têk bibin, ji ber ku opozîsyona rast li Tirkiyê HDP`ê ye. HDP`ê bi projeya xwe ya demokratîk dikare pirsgirêkên Tirkiyê bi giştî çareser bike û bi riya vê projeyê, wê rê li ber siyaseta têkçûyî ku Kurdistanê û Tirkiyê wêran dike, bigre.
Erdogan hewl dide ku projeya Osmanî ya nû ava bike, ji ber vê yekê jî êrişî hêzên demokratîk ne tenê li Tirkiyê, her wiha li herêmê giştî dike. Bi dagirkirina bakurê Helebê û êrişên xwe li ser herêmê bi giştî û taybet Rojava, armanca wê ew ku li dijî projeya demokratîk a Fedraliya Rojava-Bakurê Sûriyê şer bike û têk bibe.
Projeya Tirkiyê ji bo gelê Kurd li her çar parçeyan û hêzên demokratîk metirsiyeke, ji ber vê yekê jî girîng e yekîtî û hevgirtin bê avakirin da ku li dijî projeya Tirkiyê ya metirsîdar têbikoşin.
Em wekî TEV-DEM careke din dibêjin em bi gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê û hêzên demokrasî re ne, lewra em bang li hemû gelên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê û hêzên demokratîk li Sûriyê dikin li dijî siyaseta faşîzmê ku li Tirkiyeyê li dijî vîna gelê azad û demokrasiyê ya gelê Kurd û Tirkiyeyê dimeşîne, bibin yek û li dijî wê têbikoşin.”