Terora Îranê: Di sê rojan de 6 kurdên sivîl kuşt

Terora Îranê: Di sê rojan de 6 kurdên sivîl kuşt

Hat ragihandin ku hêzên rejîma Komara Îslamî ya Îranê di 13’ê gulanê de bi hinceta “qaçaxçîtiyê dikin” gulle li karwanekê reşand û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan gelek kes birîdnar bûn. Hêjayê gotinê ye ku hêzên rejîma Komara Îslamî ya Îranê di 15’ê gulanê de jî du ciwanên din ên Kurd kuşt

Li gorî nûçeya servîsa Kurmanciya Jêrîn (Soranî) ya ANF’ê leşkerên rejîma Îranê, li devera Gelî ya bajarê Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê, di 13’ê gulanê de bi hinceta qaçaxçitiyê dikin, gulle li karwanek Kurd ku debara xwe bi bazirganiya li ser sînoran dikin,reşand û di encamê de çar kes jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha hat ragihandin ku gelek kes hatine girtin û heta niha tu agahî ji wenda ne. Rejîmê heta niha tu agahiyek der barê kesên hatine girtin de nedaye.

Hêjayê gotinê ye ku hêzên rejîma Komara Îslamî ya Îranê di 15’ê gulanê de jî du ciwanên din ên Kurd kuşt. Hate ragihandin leşkerên rejîmê di 15ê gulanê de li Serdeştê gulle li ciwanê Kurd Rehman Dilsoz reşand û jiyana xwe ji dest da. Her wiha, di heman rojê de leşkerên rejîmê gulle li ciwanê Kurd ê endamê PDK-Îranê Yusif Marifî reşand û di encamê de jiyana xwe ji dest da.