'Tengavkirina AKP/Qesrê erka me ye'

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel got, "Em ê bi ruhê kongreyê dakevin qadan, bi xurtî mîtîng û kombûnên gel pêk bînin û pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin."

Piştî girtina Hevserokê Giştî Kamûran Yuksek, bi dehan hevşaredar, endamên Meclîsa Partiyê û Desteya Rêveberiya Navendî, endamên Meclîsa Şaredariyê, hevserok û rêveberên bajar û navçeyan, Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) kongreya xwe ya 4. a awarte pêk anî û ji bo dema nû kadroyên xwe destnîşan kir. Sebahat Tûncel a di kongreyê de weke Hevserok hat hilbijartin, siyaseta xwe ya li dijî polîtîkayên qirêj ên AKP/Qesrê, sekna li hemberî zext û êrîşan ji ANF'ê re nirxand.

'BI RÊXISTINBÛYÎNÊ ME BERSIV DAN POLÎTÎKAYÊN QIRÊJ'

Tûncel diyar kir, di dema xebatên kongreyê de Hevserokê Giştî Kamûran Yuksek nehatibû girtin, lê belê ji ber zext û êrîşên giran ên li hemberî DBP'ê wan biryara kongreyê girtibûn. Tûncel da zanîn, demeke kurt beriya pêkhatina kongreyê Hevserokê Giştî Kamûran Yuksek ji ber daxuyaniyên çapemeniyê û bangên kiriye hatiye girtin û got, "Li şûna taloqkirina kongreya xwe, weke helwestek li hemberî êrîş û girtinan me kongreya xwe lidar xistin. Tevî hemû êrîş, girtin û zextan kongreya me bi coşeke mezin derbas bû û ev yek ji ber ruhê me yê berxwedanê ye. Li şûna ku li pêşberî van polîtîkayên qirêj em paş de gavê bavêjin, bi rêxistinbûyînê me bersiveke xurt dan. Em civînên xwe yên Meclîsa Partiyê jî pêk tînin û ji be rojeva siyasî em di nava demeke dîrokî de ne."

Tûncel destnîşan kir, tevî êrîş û zextên giran, ev dem di heman demê de serdemeke ji bo Kurdan destketiyên mezin hene û got, "Li Tirkiyeyê hêzeke xurt a Kurdan heye ku xwe pê bi rêxistin kiriye. Dayîna biryarê li ser siberoja xwe, bi xurtkirina rêxistinbûyîna xwe dibe. Weke DBP em ê bi ruhê xwe yê kongreya dawî dakevin qadan, bi xurtî mîtîng û kombûnên gel pêk bînin û pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin."

'ARMANCÊN DBP'Ê ASTENGIYA HERÎ MEZIN A LI PÊŞIYA DESTHILATDARIYA HEYÎ YE'

Hevserok Sebahat Tûncel da zanîn, têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd DBP çareseriyan dafirîne, li hemberî feraseta netewe-dewlet û rêbaza jiyana yekparêz, ew daxwaza pirrengiyê dikin û got, "DBP li hemberî polîtîkayên şer, aştiyê diparêze. Li dijî zihniyeta ku jinê dike kole, jinê tine dihesibîne, em azadiyê diparêzin. Li hemberî polîtîkayên xweza û qadên me yên jiyanê talan dikin, em ji bo xwezayê têdikoşin. Dema ev hemû were dîtin, wê sedema êrîşan jî zelal bibe. DBP a dixwaze jiyan, siyaset û siberojeke alternatîf ava bike, li pêşiya desthilatdariya heyî asteniya herî mezin e.

Gelê Kurd bi projeya jiyana nû ya DBP'ê têdikoşe û xwe birêxistin dike. Ji bo astengkirina vê, zext, êrîş li rêveberên me tên kirin, tên girtin û windakirin. Endamê Meclîsa Partiyê hevalê m Hûrşît Kulter ev 23 roj in winda ye û agahî jê nayê giritn. Dewlet, bi bikaranîna siyaseta xwe ya gemarî hewl dide pêşî li têkoşîna me bigire. Ji aliyê bîrdozî û siyasî ve nikare bi me. Siyaseta civaka exlaqî û polîtîk a em diparêzin, li hemberî siyaseta desthilatdariya AKP'ê daniye holê, bêhtir hêviyê dafirîne. Berxwedana li hemberî van êrîşan, tengavkirina qada faşîzmê, erka me ya bingehîn e."

'GELÊ KURD WÊ BIRÎNÊN XWE BI XWE BIPÊÇ E'

Tûncel herî dawî, bi wesîleya meha Remezanê bang li gel kir ku destekê bide hev û got, "Pêwîste em bi fitrê û zikatên xwe destekê bidin welatiyên xwe yên ji ber êrîşên dewletê talan bûne. Em bang dikin, ku bi rêya Komeleya Rojava destek ji gelê li wê derê re bê dayîn." Tûncel careke din destnîşan kir, ku divê gelê Kurd birînên xwe bi xwe bipêç e û destekê bide hev.