'Têkoşîna vî gelî wê zilmê ji xaka Botanê derxîne'

Parlamenterên HDP'ê, malbatên ji ber êrîşên qirkirinê yên li Şirnexê malên xwe terikandine û li binê konên li derdora navenda bajêr hatine vedan dijîn ziyaret kirin.

Êrîşên dewleta Tirk ên li Şirnexê di roja 54. de ne. Şêniyên bajêr ên ji ber terora dewletê neçar man malên xwe biterikînin, li binê konên li gundê Îkîzce û Avagamasiya yên bajarokê Dergûlê dijîn, li bombeyên li bajarê wan dibarin temaşe dikin. Parlamenterên HDP'ê Osman Baydemîr, Ah met Yildirim, Bedîa Ozgokçe û Leyla Îmret welatiyên li binê konan dimînin ziyaret kirin. Wekîlên HDP'yî yek bi yek li nava kolanan geriyan û li pirsgirêkên gel guhdarî kirin.

Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemîr di dema vê serdanê de axivî û diyar kir, li Kurdistanê êrîşeke ji bo qirkirina gelê Kurd tê kirin heye. Baydemîr got, "Bila gelê me vê baş zanibe; li kîjan devera cîhanê zilm hebe, li hemberî vê zilmê berxwedan jî heye. Heta roja îro nehatiye dîtin, ku zilma zalimekî her tim dewam kiriye. Roj hatiye zalim bûne qurbanê zilma xwe. Çawa ku Saddam û Kaddafî bûn qurbanê zilma xwe, çawa ku Dehaq, Fîrewn di nava zilma xwe de fetisîn, Dehaqên roja îro jî, Nemrûdên roja îro jî wê bibin qurbanê zilma xwe."

Baydemîr diyar kir, ji ber zilma dewletê gel neçar maye li binê konan bijî û got, "Gelê Şirnexê di nava van şert û mercên giran de hewl dide bijî. Gelê Şirnexê ji me çi bixwaze em ê bi cih bînin, em xizmetkarên wan e. Em ê di xizmeta zarokên xwe yên temînata siberoja me ne, di xizmeta dayikên xwe yên li dijî vê zilmê têdikoşin, de bin."

Baydemîr işaret bi rewşa şer û siyasî ya li Rojhilata Navîn kir û axaftina xwe wiha dewam kir: "Mirovahiya li Rojhilata Navîn heta roja îro afirî, bi polîtîkayên şer hatiye parçekirin. Lê tevî vê yekê jî em ê hêviya xwe ji dest bernedin. Ji bo rojên ronî em ê mirovahiyê her ava bikin. Têkoşîna vî gelê wê zilmê ji xaka Botanê derxîne. Em ê dest ji vê têkoşîna xwe bernedin."