'Têkoşer timî bi ser dikevin'
Gerîlaya YJA Starê Eylul Serhat destnîşan kir, ku ew ê li dijî zext û zilma dewleta Tirk li gelê Kurd dike, heta dawiyê şer bikin.

Gerîla Eylul Serhat têkoşerên di berxwedana li gelek herêmên Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bibîr xist û diyar kir, ew ê dilsozê wan bin û heta dawiyê şer bikin.
Eylul Serhat got, "Di vê berxwedanê de gelek hevalên me yên ciwan û gelê me berdêl dan. Em ê dilsozê têkoşîna wan bin. Ev hemû tiştên hatine kirin, wê bêbersiv nemînin. Tola hevalên me yên ciwan û gelê me yên berxwedêr, wê bê hilanîn."
Gerîla Serhat da xuyakirin, ku bidestxistina azadiyê û parastina hebûnê bi şer, bi berxwedanê dibe.
Eylul Serhat diyar kir, ji bo parastina hebûna gelê Kurd heta roja îro gelek berdêl hatine dayîn û got, "Û ji bo parastina nirxand û bi destxistina azadiyê hînê gelek berdêl tên dayîn. Bêyî şerê azadiyê serketin pêk nayê. Di vê pêvajoyê de vê rastî bi rengekî zelal xwe nîşan da. Têkoşîn neyê dayîn, serketin jî bi dest nakeve. Mîna ku Rêberê me dibêje; yên têbikoşin wê bi ser kevin. Lewma em jî weke zarokên vî gelî; em ê heta dawiyê li cem gelê xwe bin û şer bikin."