Têkîldarî qetlîama Qamişloyê 3 rayedarên asayîşê ji wezîfeyê hatin dûrxistin

Fermandariya Giştî ya Asayîşa Rojava di lêpirsînê de ku têkîldarî êrîşa qetlîama Qamişloyê tê meşandin, 3 endamên asayîşê ji wezîfeyê dûr xist.

Fermandariya Giştî ya Asayîşa Rojava di lêpirsînê de ku têkîldarî êrîşa qetlîama Qamişloyê tê meşandin, 3 endamên asayîşê ji wezîfeyê dûr xist.

Daxuyaniya Fermandariya Asayîşê wiha ye:

“Li ser teqîna terorîstane ku taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hedef girt, komek ji fermandar û berpirsên Asayîşê ji kar hatin derxistin. Kesên ku ji kar hatin derxistin ev in:

1-Berpirsê Saziya Trafîkê ya Rojava Ebdulbasit Mihemed Kûtê

2-Berpirsê Ewlehiya Bendên Kontrolê yên Asayîşa Rojava Şêxmûs Ehmed Ehmed

3-Berdevkê Fermî yê Asayîşa Rojava Ebdullah Mihemed El-Sadûn

Wekî alîkarî jî ji bo ji nû ve avakirina avahiyên ku di teqînê de wêran bûne û ziyan dîtine, me 200 milyon lîreyên Sûriyeyê veqetandiye.

Wekî hêzên Asayîşa Rojava em soz didin gelê xwe, bi israr em ê ewlehî û aramiyê biparêzin û ji bo parastina jiyana welatiyan û milkên gelê me ji terorê jî çi were xwestin em ê bikin.

Em ji welatiyan dixwazin ku bi hêzên me re bibin alîkar ku em bi hev re li hemberî hemû hewldanên terorîstan ku dixwazin serkefinên me yên şoreşa Rojava têk bibin, bisekinin.”