Têkildarî hilweşîna Şirnexê gilî hate kirin
Wekîla HDP'ê Îrmez, giliyê wan kesan kir, ku ji êrîşên qirkirinê û hilweşîna li Şirnexê berpirsyar in.
Wekîla HDP'ê Îrmez, giliyê wan kesan kir, ku ji êrîşên qirkirinê û hilweşîna li Şirnexê berpirsyar in.
Wekîlê Şirnexê yê HDP’ê Aycan Îrmez, der barê hemû rayedarên leşkerî, milkî, îdarî yên ku para wan di hilweşandina Şirnexê de heye, serî li dozgeriyê da û giliyê wan kir.
Îrmez têkildarî mijarê daxuyanî da û got, heya roja 126’an a dorpêçê jî, ku ev 135 roj in berdewam e, ew li Şirnexê bûye û gav bi gav şahidî ji dorpêçê re kiriye. Îrmez got, "Li ser navê Şirnexiyan, li ser hemû leşker, rayedarên milkî û îdarî û li ser Fermandarê Tumena Sînor ê Jandarma 23. ya Şirnexê Abdullah Baysar, Fermandarê Tugaya Komando ya Jandarma a Çakirsogutê, Alî Osman Gurcan û hemû rayedarên ku di ‘’qedexeya derketina derve’’ de rayedar in û berpirsyar in ji hemû tiştên ku di 135 rojan de li Şirnexê pêk hatî, ji bo ku bişînin Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê, min serlêda sûc li Serdozgeriya Komarê ya Enqerê kiriye.’’
‘BILA DAWÎ LI PÊKANÎNÊN DIJMIROVÎ WERE ANÎN’
Îrmez ê HDP’yî wiha pê de çû: ‘ Li ser navê hemû Şirnexiyan, ji ber ku dawî li sepanînên dij hiqûqî, sincî, hemû nirxên însanî ku ev bi mehan e li Şirnexê têne jiyîn, were û her wiha ji bo hişmendiya darbekaran a ku niha girtî ne, ji ber sûcên dema ku li Şirnexê rayedar bûn, pêk anîne jî werin darizandin, min serî li dozgeriyê daye. Heya ku berpirsyar cizayê ku heq dikin bistînin, ez ê şopdarê vî îşî bim.’’